ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk ciwanekî din qetil kir
Li Kantona Girê Spî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker, li ciwanekî da û ji ser wî derbas bû. -
Şahidên Şoreşa Rojava: Ji 7 salî heta 70 salî gel li qadan bû
Şahidên Şoreşa Rojava diyar kirin ku Şoreşa Rojava jiyaneke bi ronî ava kir û gotin: "Me li hemberî desthilatdariyê serî hilda. Tax bi tax û kolan bi kolan me rizgar kir." -
Egîd Kobanê hêviya xwe ji dest neda
“Min xwe li gel şehîd Şahoz dirêj kir. Destê xwe da rûyê xwe. Çavekî min derketibû, yê din jî filû didît. Hesibandin ku ez jî endamê çeteyan im û ez birim. Ez li bendê mam. Hêviya xwe ji dest neda. Min dizanî ku wê heval werin.” -
Tecrîd û xwarina gefan li Rêberê Gelê Kurd, hatin protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi şandina nameyan xwarina gefan lê, li Eyn Îsayê hatin protestokirin -
Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de çareseriya Sûriyeyê tê nîqaşkirin
Di foruma ku bi boneya salvegrea Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin de, çareseriya krîza Sûriyeyê tê nîqaşkirin. -
Dewleta Tirk ciwanek qetil kir
Ciwanê bi navê Rodî Silêman ê ji Tirbespiyê, li nêzî parêzgeha Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin. -
Kongra Star: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jin û jiyanê ye
Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da û got ku divê jin dakevin qadan û destkeftiyên şoreşê biparêzin. -
Konferansa HPC-Jin: Divê em tecrîda Îmraliyê bişkînin
HPC-Jin’ê konferansa xwe ya duyemîn li Hesekê li dar xist. Di konferansê de peyama ‘Divê em tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin û herêmên xwe biparêzin’ hate dayîn. -
Di êrîşa dewleta Tirk de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê li bendeke hêzên hikumeta Şamê da. Di êrîşê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn. -
Barîn Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê li ser piyan e
“Hevalek li kabloyê ket û piştre li ser hev mayin teqiyan. Çavên min venedibûn. Dema min destên xwe da çavê xwe, destên min şil bûn. Dema ez hişyar bûm, ez li nexweşxaneyê bûm. 40 roj derbas bûbûn, ez ji her du çavên xwe bûbûm.” -
Li gelek navendên Rojava tecrîd hat protestokirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hate protestokirin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê hate veşartin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî ku 11’ê Tîrmehê şehîd bû, li Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê ya Kantona Kabonê hate veşartin. -
Dewleta Tirk li Minbicê êrîş bir ser wesayîta sivîl: Kesek birîndar bû
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek êrîşî wesayîta sivîl kir û kesek birîndar bû. -
Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê şehîd Hesen El Hisên û Îbrahîm El Nezar, li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hatin veşartin. -
Şoreşa Rojava hunermendên xwe perwerde dike
Navendên çand û hunerê yên li Rojava, zarokan bi çanda wan perwerde dikin. Hunermend Zînê Ehmed jî di van saziyan de perwerde dîtiye. -
PYD: Dewleta Tirk dixwaze NATO'yê li dijî Kurdan bi kar bîne
PYD'ê ragihand ku dewleta Tirk dixwaze hêzan hemûyan bi taybetî jî NATO'yê li dijî Kurdan bi kar bîne. -
Şoreşger û rojnamevan: Avrîn Mahsûm
Avrîn Mahsûm (Bêrîvan Mustefa) bû rojnamevan rêya heqîqetê û navê xwe li rûpelên rojnamevaniya jinê neqişand, ku wê bi hezaran rojnamevanên jin bidan ser şopa wê. -
Cenazeyê Xidir Qadir li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Qadir yê ku li Minbicê şehîd bibû, li Kobanê hat veşartin. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê mêtingeh ava dike
Dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê mêtingeh ava dike. -
Hêzên YPG-YPJ’ê du xwişkên Êzidî rizgar kirin
Hêzên YPG-YPJ’ê, piştî 9 salan xwişkên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xwişkên Êzidî diyar kir ku ew ê tu caran qenciya YPJ’ê ji bîr nekin. -
‘14’ê Tîrmehê bû bizirê Şoreşa Rojava’
Malbatên Şehîdan têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê got ku “14’ê Tîrmehê ji bo hemû gelê Kurd bû rêya azadiyê. 14’ê Tîrmehê bû bizirê yekemîn a Şoreşa Rojava.” -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêberê Gelê Kurd li qadan e
Ji dema bihîstina agahiyên li ser nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan e. Herî dawî li Hesekê, Tebqa û Helebê çalakî hatin lidarxistin. -
Leyla Ehmed: Me hêza berxwedanê ji Rêber Apo girtiye
Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed wiha got: "Kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Ew berxwedaniya ku li Îmraliyê tê raberkirin, em jê hêz digirin." -
Sewsen Daban: Li Herêma Firatê 120 hezar ton genim hat stendin
Hevseroka Desteya Çandiniyê a Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarê wergirtina genim got ku wergirtina genim li herêma Firatê hêj berdewam e, heta niha bi qasê 120 hezar ton genim hatiye wergirtin. -
Li Girkê Legê li dijî tecrîdê çalakiya konvedanê
Li Girkê Legê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar xistin.