PYD: Dewleta Tirk dixwaze NATO'yê li dijî Kurdan bi kar bîne
PYD'ê ragihand ku dewleta Tirk dixwaze hêzan hemûyan bi taybetî jî NATO'yê li dijî Kurdan bi kar bîne.
PYD'ê ragihand ku dewleta Tirk dixwaze hêzan hemûyan bi taybetî jî NATO'yê li dijî Kurdan bi kar bîne.
PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide hêzan hemûyan li dijî Kurdan bi kar bîne û got, "Bi bikaranîna endametiya Swêdê ya li NATO'yê, dixwaze bi taybetî NATO'yê di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne."
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya endametiya Swêdê ya li NATO'yê de, di diyalogên navbera Tirkiye-Swêdê de navê PYD'ê ketiye rojevê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma Tirkiyeyê di serî de NATO dixwaze hemû hêzan di şerê dijî Kurdan de bi kar bîne."
'EM ZEXT Û ŞANTAJAN ŞERMEZAR DIKIN'
Daxuyaniya PYD'ê bi vî rengî dewam kir:
"Em dixwazin careke din ragihînin ku em hurmetê didin gelê Swêdê û saziyên ku ji bo aştiyê û mijara Sûriyeyê xwedî roleke girîng in. Partiya me li dijî gelê Swêdê û berjewendiyên wan ti karek nekiriye. Tevî vê yekê jî zext li Swêdê tê kirin. Em van zext û şantajên li dijî piştgiriya Swêdê ya li demokrasiyê û helwesta mirovî, şermezar dikin."