Li nêzî Mexmûrê droneyeke xwekuj ket

Hate ragihandin ku droneyeke xwekuj a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê difiriya, çend sed metre dûrî kampê kete xwarê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, 18'ê Hezîranê roja Çarşemê saet di 19:00 de droneyeke xwekuj ku li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji nizm ve difiriya, bi 300 metreyî dûrî kampê kete xwarê.

Li gorî agahiyan, drone beriya ku bikeve ji nizm ve li ser kampê difiriya û dengê wê ji aliyê şêniyên kampê ve bi hêsanî dihate bihîstin.

Drone vê Pêncşemê hate dîtin û hêzên Iraqê gihîştin cihê bûyerê.

Hîn nayê zanîn bê drone ya kîjan welatî ye û armanca xwe çi bû.

Ji 13'ê Hezîranê destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Îranê û vir ve gelek caran li ser kampê drone hatin dîtin.