Kongra Star: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jin û jiyanê ye

Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da û got ku divê jin dakevin qadan û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Em bi ruhê şehîdên şoreşê Avşîn, Arîn, Barîn, Zehra, Jiyan Tolhildan, Yusra, Rihan û hemû şehîdên xwe, destpêkê weke Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, şehîdan, gelê me yê welatparêz, berxwedanvanên zindanan, gerîlayên serê çiyê, gelên demokrat, azadîxwaz pîroz dikin û bejna xwe li hemberî şehîdên şoreşê ditewînin. Heta dawiyê em ê li mîrateya wan xwedî derkevin û di rêya wan de bimeşin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa demokrasî, azadî û wekheviyê ye, şoreşa ji nûveavakirinê ye. Şoreşa jin, jiyan û hebûnê ye. Şoreşa Rojava, şoreşa azadkirina jiyanê, ya demokrasî û edaletê ye. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinê jiyan ji nû ve hat afirandin.

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek ji nû ve ava bû, şoreşa 19’ê Tîrmehê şerê azadî, xwişk û biratî û hebûnê ye. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ruhê 14'ê Tîrmehê ji nû ve zindî bû. Nûjenkirina ruhê Kemal û Xeyriyan bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê darbeyeke mezin a li dijî hişmendiya zilamê desthilatdar ê 5000 salan bû. Bi pêşengtiya jinan, rêxistinekî terorîst a wekî DAÎŞ'ê ya hov ku ti artêşan xwe li ber nedigirt, hat şikandin û tovê jiyaneke nû hate avêtin.

Pêta agirê şoreşa Rojava, di sala 2012'an de li Kobanê hat pêxistin. Bihara Ereban a li Tunusê dest pê kirî, piştî desthilatdariya Misir û Lîbyayê hilweşand, derbasî Sûriyeyê bû. Xwepêşandanên sîvîl ên Adara 2011'an li Sûriyeyê hatin lidarxistin, her çendî Kurd destpêkê nebibin alî jî lê piştî wê ji ber nêzikatiyên rejîmê yên israra di înkar û îmhayê de û nêzikatiyên muxalefeta Sunî ya yekalî û li gorî xwe, hişt ku Kurd xeta sêyem a bi pêşengiya fikir û ramanên Rêper Apo pêş ketî hilbijêrin. PYD'ê bi awayekî çalak nûnertiya xeta sêyem kir. Kurdên ku ji aliyê rejîmê ve bênasname hatin hiştin, bi awayekî bê sedem di zindanan de dirizandin, nebûn parçeyekî muxalefeta Sûriyeyê ya ku Tirkiye ji wan re pêşengtî dikir û bi pêşengtiya jinê, dest bi avakirina şoreşê kirin.

Tevî ku Tirkiye di Hezîrana 2011'an de civînek li dar xist û xwest Kurd bibin parçeyekî ji wan jî, lê Kurdan di ya xwe de israr kir. Pir eşkere ye ku Tirkiye bi avakirina vê muxalefetê ve, dixwest pêşiya pêşketina Kurdan jî bigre. Kurd di civîna paytexta Misrê, Kahîreyê de jî ji aliyê muxalefetê ve ji nedîtî ve hatin. Piraniya wê muxalefetê ji Misilmanan pêk dihatin û bi israr digotin, Sûriye komareke Erebî ye û tenê dixwestin Kurd wan destek bikin. Muxalefeta Ereb tenê digot ku, ger ‘Esat biçe, wê Kurd azad bibin’ û ev nêzikatiya xwe neterikandin, em dikarin bêjin ku piraniya van hêzan bi bandora Tirkî û Misrê tev digeriyan.

‘AGIRÊ ŞOREŞÊ YÊ DESTPÊKÊ BI PÊŞENGTIYA JINÊ LI KOBANÊ PÊKET’

Kurdên Rojava piştî Adara 2012'an bi awayekî vekirî polîtîkaya xeta sêyem parastin. Ji milekî ve her ku diçû li kolanan xwepêşandinên li dijî rejîmê pêş diketin, ji milekî ve Kurdan jî hêdî hêdî binezasiya rêveberiya xweser avêt. Destpêkê gelê Kobanê yê ji aliyê dewletê ve hatin bênasnamekirin, axên dewletê ji wan standî desteserkirin. Gelê heremê meclisên gel ava kirin û bi vî rêbazî tovê rêveberiya gel reşandin. Di milê tenduristî, perwerde, xizmeta şaredariyan û ewlehiya gel de gelek gavên girîng û bi kok avêtin. Agirê li Kobanê hatî pêxistin, li Dêrik, Efrîn û Qamişlo hat gurkirin. Kurdan hem xwe bi rê ve dibir, hem jî ewlehiya herêma xwe digirtin.

Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû ronahiya azadiyê û hêvî da gelên bindest. Bû neynika îradeya jina azad, da nîşandan ku gel ne bê altarnatîf in, jin ne bê alternatîf in, di vê çarçoveyê de jinê jî di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin kir û pêşengtî ji sîstemê re kir.

Em hatine wê astê ku êdî destkeftiyên şoreşê bi hişmendiya jina azad û li gorî xeta şehîdan bi awayekî rast biparêzin û destkeftiyên xwe mezin bikin.

Cardin li gorî felsefeya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê weke Kongra Star her kolan, tax û bajarên xwe biparêzin. Naveroka karê xwe hîn zêdetir tijî û xurt bikin û di xeta sêyem de ya bi pêşengtiya Rêber Apo pêş ketî israr bikin, heta ku em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin û ruhê teneta demokratîk nûjen bikin. Em bang dikin ku her jineke ku dilê wê ji bo azadiyê lêdide, dakeve qadan û destkeftiyên şoreşê misoger bike.”