Leyla Ehmed: Me hêza berxwedanê ji Rêber Apo girtiye

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed wiha got: "Kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Ew berxwedaniya ku li Îmraliyê tê raberkirin, em jê hêz digirin."

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide û dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo di aliyê psîkolojî de zîf bike.

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Leyla Ehmed diyar ku çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, li Îmraliyê ye û wiha got: "Bi saya Rêber Apo, her kesî û her netewê, bi Ziman, Çand û Nasnameya xwe, xwe îfade kir. Rêber Apo ji bo tevahî gelan, bêyî teredûd têkoşiya û li ber xwe da."

Leyla diyar kir ku dewletên desthilatdar projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser xwe metirsî dibînin û ev tişt bilêv kir: “Ji ber tirsa dewletên desthilatdar, li ser Rêberê Apo tecrîdê giran dikin û dixwazin di şexsê Rêber Apo de vê projeyê tune bikin. Tecrîd li ser tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dikin. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, lê li ser Rêveberiya Xweser û tevahî gelên bindeste."

Leyla anî ziman ku dixwazin bi vê tecrîdê qutbûnê di navbera gel û Abdullah Ocalan de pêk bînin, lê dîsa jî bi bin dikevin û got: "Êdî me çavê xwe bi parêznameyên Rêber Apo ronî kiriye, riya me ya rast projeyên Rêber Apo ne. Me bi saya Rêber Apo xwe îsbat kir û bi saya fikra wî em gihiştin van astan."

Leyla di berdwamiya axaftina xwe de got ku divê gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet jin li hemberî vê tecrîdê rabin ser piyan û got: "Jinê bi saya Rêber Apo xwe îsbat kir, jinê bi rengê xwe yê azad têkoşîn kir, vaye jin bûye pêşeng û bûye xwedî maf. Em jî bang li jinên cîhanê jî dikin ku ew jî li hemberî vê tecrîdê xwedî helwest bin, ji ber ku Rêber Apo ji bo tevahî jina bê navber têkoşîn da meşandin. Em bi yek destî û bi yek ruhî tecrîdê bişkînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên ku li Abdullah Ocalan hatine xwarin û got: “Dixwazin di aliyê psîkolojî û keseyeta Rêber Apo de zîlf bikin, lê em heta dawiyê ji Rêberê xwe bawerin û em hêza xwe ya berxwedaniyê ji Rêber Apo digrin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li pey Rêberê xwe bin û em ê heta dawiyê xwedî bertek bin li hemberî dagirkeriyê. Em bang li her kesê azad dikin ku li hemberî vê tecrîdê rabin ser piyan.”