‘14’ê Tîrmehê bû bizirê Şoreşa Rojava’
Malbatên Şehîdan têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê got ku “14’ê Tîrmehê ji bo hemû gelê Kurd bû rêya azadiyê. 14’ê Tîrmehê bû bizirê yekemîn a Şoreşa Rojava.”
Malbatên Şehîdan têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê got ku “14’ê Tîrmehê ji bo hemû gelê Kurd bû rêya azadiyê. 14’ê Tîrmehê bû bizirê yekemîn a Şoreşa Rojava.”
Ji ser berxwedaniya zindanan û rojiya mirinê 41 sal derbas dibe. Berxwedana Zindanan di dîroka gelê Kurd de rêya azadî û têkoşînê ye. Bi çar lehengan dest pê kir, va ye bi hezaran li ser riya Alî, Xeyrî, Kemal û Akîfan in. Malbatên Şehîdan jî diyar kirin ku bi saya berxwedaniya zindanan wan rêya azadiyê û hebûnê nas kiriye.
Bavê şehîd Artêş, Fethî Elî têkildarî 14’ê Tîrmehê de diyar kir ku 4 şehîd bûn rêya azadiyê û got “Bi berxwedaniya her 4 şehîdan me jiyaneke nû afirand, va ye bi berxwedaniya wan me çirûska azadiyê dît. Alî, Akîf, Kemal û Xeyrî ji bo şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn destpêk jî. Bi saya van şehîdan me jiyaneke nû afirand û li dijî desthilatdariyê me riha azadiyê pejirand."
Fethî bal kişand ser gotinên dewleta Tirk ku digot me ser Kurdan beton kiriye û got “Bi saya berxwedana zindanan me beton şikand û jiyaneke nemir afirand. Me dara hişk û ziwa bi xwîna şehîdên xwe hêşîn kir. Rêber Apo dibêje ‘Kes bi Kurdan nikare.’ Kes nikare bi me, em ê heta dawiyê li pey berxwedana zindanan bin. Bi saya van şehîdan me Şoreşa Rojava da destpêkirin.”
Cîhan Bozan dayîkeke ji Kobanê ye, wê jî diyar kir ne ji berxwedana şehîdan bûya wê Kurd tunebûna û got “Dijmin her dixwaze Kurdan di dîrokê de tune bike. Em gelê Kurd jî maf û dozeke me hey. 14’ê Tîrmehê tê wateya hebûna gelê Kurd. Bi berxwedana zindanan em hatin ser xwe. Dijminên Kurdan dixwazin mafê gelê Kurd bixwin lê gelê Kurd dibêje ez bimirim jî wê kes mafê min nexwe. Wê serkeftin para gelê Kurd be. Em heta dawiyê bi berxwedana şehîdên xwe ne. Her çar şehîd bûn bizirê yekem ku me şoreş da destpêkirin.”