Li hember nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên cuda li ketin.
Li Tebqayê Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, bi dirûşma “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gelên azadîxwaz e” çalakiya konvedanê li dar xist. Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partî, tevgerên ciwanan û jinan û rûspiyên êlan tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, bi navê însiyatîfê daxuyaniyek hate xwendin. Hevserokê Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Riyad El Walî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku siyasetên dewleta Tirk adagirker li dijî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan xaleke guhertinê ya xetere di çarenûsa gelê herêmê de ye.
Di daxuyaniyê de bang li civakên navneteweyî, rêxistinên mirovî, qanûnî bi taybet CPT hat kirin ku li hember van sûcan ku bi dermirovî wesifandin, bisekinin.
Her wiha hat destnîşankirin ku gelên herêmê heta azadiya fîzîkî ya Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were dê têkoşînê berdewam bikin.
Di çalakiyê de sînevizyonek têkildarî jiyan û têkoşîna şoreşgerî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.
Li Helebê jî bi sedan ciwan tev li xwepêşandanê bûn ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin.
Xwepêşandan ji pêşiya hola 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û li sûka taxê veguherî mitingê. Di mitingê de endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê Hêva Bekir axivî û got her çiqas sûcên bê kirin lê dê her tim şopdarên fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.
Hêva Bekir bang li ciwanan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Li Kampa Weşûkanî ya Hesekê jî di heman çarçoveyê de xwepêşandanek hate lidarxistin.
Xwepêşandan ji pêşiya deriyê sereke yê kampê dest pê kir û li dawiya kampê rawestî û veguherî mitingê.
Di mitingê de, endamê Rêveberiya Meclisa Kampa Weşûkanî Berzan Ebdullah axivî û got: “Tecrôd li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî û yên mirovî ye. Rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî berpirsên binpêkirina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê desthilata Tirk e.”
Beşdarên çalakiyê, gotin ew girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, berxwedana wî silav kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.