Barîn a ji Kobanê di komkujiya Berxbotanê de bi hewara gel çû. Barîn li Kobanê ku weke keleha berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand, têkoşîna xwe domand. 40 rojan têkoşîna jiyanê da û ji her du çavên xwe bûn.
Barîn Kobanê ku di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, beriya şoreşê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi saya dayika xwe nas kir. Dayika wê şahidî ji têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salan li Sûriyeyê meşand re kiriye û li Lubnanê Abdullah Ocalan nas kir. Barîn bi guhdarkirina têkoşînê mezin bû. Sala 2014’an tevlî Şoreşa Rojava bû. Di wê pêvajoyê de ji bo paqijkirina gundên Kobanê û bejahiyê Pêngava Şehîd Gelhat û li Herêma Cizîrê jî Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo dewam dikir.
WEKE TAKVIYE DIÇE KELEHA BERXWEDANÊ
Dema ku agahiya azadbûna Girê Spî belav dibû, Barîn li cihê xebata xwe ya yekem bû. Barîn wiha qala wê pêvajoyê kir: “Cara destpêkê min ê di refên pêş de cih girtiba. Li gel wê kêfxweşiyê agahiyek din a xweş hat û Girê Spî êdî azad bû. Êdî di navbera Kobanê û Herêma Cizîrê de ti astengî nemabûn. Hêza YPG-YPJ’ê ku di her du kantonan de cih digirt hatin ba hev, wê bi merasîmek heybet pîrozbahî bihata kirin û di rewşa konvoy de weke takviye wê çûbûna Kobanê. Piştî Kobanê hat azadkirin, her kesê xwest Kobanêya azad bi çavê xwe bibîne ku bûbû keleha berxwedanê. Her kesê û heta me jî mereq dikir ku ew bajarê biçûk çawa bûye şahidê berxwedaneke evqas mezin û bi wate. Em jî parçeyekî wê berxwedanê bûn, lê me xwest bi çavên xwe car din bibînin.
KOBANÊ ÊDÎ CIHEKÎ PÎROZ BÛ
Kobanê êdî cihekî pîroz bû ku bi xwîna şehîdan hatibû avdan. Di nava wê kelecanê de me nezanî ku em çawa hatin Kobanê. Rêwîtiya me ya Kobanê di dawiya 5 saetan de bi dawî bû. Taxa destpêkê ku em hatinê, Taxa 48’emîn bû. Taxek bû ku mal lê hilweşiya bûn, bêhna barûtê dihat û ew tax bi xwîna şehîdan hatibû avdan. Tecrubeya min a şer pir kêm bû. Lewma ez hatim şandina taburek profesyonel û ji bo ez bibim pispor, min guhdarî jiyana hevalan dikir. Dema ez tevlî çalakiyan dibûm, min hewl dida tiştên min guhdar kirî di nava şer de pêk bînim. Bênavber me çeperên zexm jî çêdikir. Li aliyekî ji ber şer û li aliyekê jî ji ber çêkirina çeperên zexm, her hes pir diwestiya. Carna yek hefteyê xew bi çavê me nediket. Di pêvajoyeke ewqas dijwar û westayî de, çeteyan xwe bera nav me didan.”
DI KOMKUJIYÊ DE BI HEWARA GEL DIÇE
25’ê Hezîranê rojeke germ a havînê bû. Hewa ewqas germ bû ku me ne dizanî, xwe veşêrin ku derê. Di navîna wê germahiyê de fermandarê me hat û got, ‘Çete ketin Kobanê û komkujî…’ Piştî wan gotinan me germahî ji bîr kir û ji ber ku hevalan got çete ketine gundê Berxbotan, bilez em çûn gund. Dema em gihiştin gund, hinek komên çeteyan hîna li gund bûn. Çeteyên bê rehm bêyî ku bibêjin jin û zarok gule berdane her kesê û dema em gihiştin gund me dît ku gundî li benda me bûn.
Çeteyan cil û bergên YPG’ê û Asayîşê li xwe kiribûn û ketibûn gund. Gelê li gund bi gotina ‘Ew heval in’ deriyên xwe vekiribûn. Gundiyan ew bi germ pêşwazî kirin, lê çeteyên ku têhnê xwînê bûbûn gundî li malên wan qetil kiribûn.
HEMÛ ENDAMÊN ÇETEYAN HATIN ÎMHAKIRIN
Êdî em li gund bûn, gelê Berxbotanê cihê çeteyan nîşanî me kir, bi alîkariya gundiyan hemû endamên çeteyan hatin îmhakirin. Di komkujiya ku li gundê Berxbotanê pêk hatî de, 233 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm jî 273 birîndar bûn.
Piştî wê komkujiyê, hîna birîna gelê me nehatî pêçan birînek din çêbû. Hinek malbatan zarokên xwe him şandibûn nav berxwedana Kobanê û him jî di wê qetlîamê de şandibûn nav Şoreşa Rojava. Ji ber ku em zarokên vî gelî ne, me êş û kêfxweşiya dayik û bavan baş fêm dikir. Bi gel re dilê me jî birîn girt. Me gel di demê xwe ne parast. Rexnedayîna komkujiya Berxbotanê, bi pêkanîna xeyalên azad a gelê Kobanê pêkan bû.
40 ROJAN ŞERÊ MAN Û NEMANÊ
Pêvajoya azadkirina Sirînê dewam dikir û min jî cihê xwe tê de girt. Gav bi gav em ber bi pêş diçûn. Dijmin ji bo ku pêşveçûna me asteng bike û dem qezenc bike, hemû rêbaz û taktîkên di dest xwe de diceriband. Bi taybetî mayin zêde danîn. Cihê ku em lêdiman, bi bermahiyên mayinên wan tejî bû.
Her roja ku derbas dibe, em ber bi pêş ve diçûn. Pêngavên me bi temkîn bûn, derdora me bi mayinan hatibû dorpêçkirin. Dema ku min mayin yek bi yek derbas kirin, mayina li pêşiya min bala min kişand. Dema ku min ew derbas kir, kaboleyeke zirav û di rengê axê de min dît. Ez li pişt xwe vegeriyam ku hevalan hişyar bikim, hevalek li kabloyê ket û piştre li ser hev mayin teqiyan. Çavên min venedibûn. Dema min destên xwe da çavê xwe, destên min şil bûn. Dema ez hişyar bûm, ez li nexweşxaneyê bûm. 40 roj derbas bûbûn, ez ji her du çavên xwe bûbûm. Piştî teqînê doz û dumana ku derketî, êdî xwe li tarîtiyê vedişart.”