ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Plana Têkbirinê' ya Enqereyê ya li ser Rojava
Li ser Rojava ku veguheriye qada komkujiyê ya dewleta Tirk, bi rengekî demkî konseptên nû bi cih têne anîn. Herî dawî ji aliyekî ve bi êrîşên balafirên bêmirov pêşengên şoreşê û welatparêz têne qetilkirin, li aliyê din jî bi ambargoyê tê dorpêçkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê li Reqayê hat veşartin
Şervanê birîndar ê QSD’ê Fehid Ewad El Sayîl ku ji ber nexweşiyeke giran bû şehîd, bi merasîmekê li Reqayê hat veşartin. -
Kongra Star: Dewleta Tirk dixwaze hêzên mîna DAÎŞ’ê hikum li herêmê bikin
Kongra Star, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Qamişloyê de şermezar kirin û bang li hemû jinan û civakê kir ku li şoreşê û şehîdan bibin xwedî. -
Di êrîşa hewayî de Hevseroka Kantona Qamişloyê şehîd bû
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbespiyê û Qamişloyê de ji hewayî ve li wesayîta Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş da. Di êrîşê de Derwêş, alîkar û ajovanê wê şehîd ketin. -
Şêniyên Qamişlo û Kobanê li ber tecrîdkirina Abdullah Ocalan rabûn
Li Qamişloyê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hat lidarxistin. Li Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek hat dayîn. -
Dagirkeran bombe li Tirbespiyê barandin
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundên Til Şeîr û Beyandor ên Tirbespiyê bombe li wesayitekê barand. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene. -
Li Hesekê û Dêrazorê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li kampan dijîn û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, bi daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin. -
Ferhat Şiblî li Reqayê hat bibîranîn
Rêveberiya Xweser bi merasîmekê Ferhad Şiblî di salvegera 1'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî. -
Tecrîda li ser Îmraliyê û êrîş hatin protestokirin
Şêniyên Dêrik û Amûdê, tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên qirker protesto kirin. -
Li Dêrazorê mayin teqiya: 5 leşkerên Şamê mirin
Li bejahiya Dêrazorê mayin bi wesayiteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê teqiya. Hate ragihandin ku di encamê de 5 leşker mirine. -
Jinên Tebqayê: Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava şermezar kirin û gotin: “Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne.” -
Li Şehbayê ji bo 3 şervanan merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Ji bo şervanên HRE’yê Rizgar Welat û Rojhat Bêkes û gerîlaya HPG’ê Avrîn Mahsûm li Şehbayê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. -
TEV-DEM: Êrîş ji bo pêşîgirtina li darizandina DAÎŞ'iyan tên kirin
TEV-DEM'ê bombekirina nexweşxaneya Til Rifetê weke 'komkujiyeke' nû pênase kir û diyar kir ku dewleta Tirk 'Ji bo darizandina terorîstên DAÎŞ'ê asteng bike, êrîş zêde kirine." -
Dewleta Tirk bombe li Zirganê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser gundên Hesekê. -
Cenazeyên 2 welatiyên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, li Dêrikê hatin veşartin
Cenazeyên Zozan Omer û Mihemed Gabar ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Dêrikê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Rojava didomîne
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê, Soxanekê, Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrewa, gundê Tinib û Tat Meraş ya navçeya Şera ya herêma Efrînê, gundê herêma Şehbayê Til Anab û derdora gundê Til Cîcan bombebaran dike. -
Şehîd Ferhad li Dêrikê hate bîranîn
Gelê Qamişloyê di salvegera şehadeta wî de Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anî. -
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku hevrêyên wan Rizgar Welat û Rojhat Bêkes di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker di 14`ê Hezîranê de şehîd bûne û got, “Em ê hêvîyên hevrêyên xwe teqez pêk bînin.” -
Muslim: Em pişta xwe didin berxwedana gel û hêzên xwe
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewleta Tirk ji bo temamkirina planê xwe yê têkbirinê cardin dest bi êrîşan kiriye û qada hewayî ji balafirên şer re vebûye û got: “Em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin, em pişta xwe didin berxwedana gelê xwe. -
Di êrîşa bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê de 4 kes birîndar bûn
Desteya Tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da û got: “Di encama êrîşa bi topan de 4 sivîl birîndar bûn û yek ji wan xebatkarê nexweşxaneyê ye.” -
Artêşa Tirk êrîşî nexweşxaneya Til Rifetê kir
Artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir. Tê gotin, birîndar hene. -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
YAT′ê bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên şaneyên DAÎŞ′ê girtin. -
YPG’ê diyar kir şervanê wan Ciwan Oso di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye
YPG’ê diyar kir ku di 14 Hezîranê de şervanê wan Ciwan Oso tevî 2 welatiyên din êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne. -
Li Sûriyeyê şewba kolerayê: 23 kes mirin
Li Sûriyeyê ji ber şewba kolerayê 23 kes mirin, zêdeyî 700 nexweş hene. -
Xelkê Kobanê: Bi keviran jî be em ê li ber dagirkeriyê rabin
Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn û biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê bi vê gotinê anîn ziman: Bi keviran jî ma be em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.