Sewsen Daban: Li Herêma Firatê 120 hezar ton genim hat stendin

Hevseroka Desteya Çandiniyê a Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarê wergirtina genim got ku wergirtina genim li herêma Firatê hêj berdewam e, heta niha bi qasê 120 hezar ton genim hatiye wergirtin.

Hevseroka Desteya Çandiniyê a Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarê wergirtina genim got ku wergirtina genim li herêma Firatê hêj berdewam e, heta niha bi qasê 120 hezar ton genim hatiye wergirtin.

Ji ber barîna zêde ya baranê li seranserî herêmê, îsal genim, ceh, nîsk, kemûn û colik têr baş berhem hat danîn. Li herêma Firatê genim tenê bi qasî 120 hezar ton hatiye wergirtin, li sê navendên Sirîn, Rovî û Çelebiyê. Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarê wergirtina genim li herêma Firatê got ku wergirtina genim ji cotkaran berdewam e. Daban anî ziman ku li gor sala çûyî genim pir baş hatiye û got: “ Ew jî ji ber barîna pir a baranê ye û zivistan xweş derbas bû.  Ji bo çandinê 15’ê Îlonê dest bi belavkirina mazon û gubreyê hat kirin.” 

Daban diyar kir ku ji 23’ê Gulanê ve li Embarên Sirîn, Rovî û Çelebiyê genim tê wergirtin û wiha pê de çû: “Li Kobanê destpêkê du navendên wergirtina genim hatin vekirin, li Rovî û Çelebiyê, bi pişt re ji ber pirbûna genim li Sirînê jî navend hat vekirin. Ji aliyê dugma 33’ê hezar ton hat standin, piştî wergirtina genim bi çewal hatin standin û çewal li cotkaran hatin belavkirin.”

Daban da xuyakirin ku li herêma Firatê ta niha bi qasî 120 hezar ton genim hatiye wergirtin û li Navendên Reqa yên Galta û Şinênê jî gel genimê xwe teslîm kiriye, li Herêma Firatê bi giştî bi qasî 120 hezar ton genim hatiye wergirtin û hîna jî wergirtin berdewam e.

Daban bi lêv kir ku zivistan xweş derbas bûye, ji lew ma genimê îsal gelek baş e û got: “Heqê genim ê cotkaran tê dayîn. Tê payîn ku wê îsal bi qasê 150 tonan genim bê wergirtin.” Daban da zanîn ku par 60 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin.