ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Hesekê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Bi hezaran kes li Hesekê û Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
HRE: Hevrêyê me Diyar di encama qezayekê de şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanekê wan Ziyad Medûr di 24’ê Hezîranê de di encama qezayekê de şehîd bûye. -
Jinên Rojava li dijî dagirkeran meşiyan
Jin li Qamişlo û Til Koçer li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
Zarokê ku dewleta Tirk beriya 5 salan bi giranî birîndar kirî, jiyana xwe ji dest da
Dewleta Tirk a dagirker beriya 5 salan li herêma sînor a Qamişloyê êrîşê zarokekî ku ji xwe re lîstok dilîst, kiribû. Zarokê ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. -
Hêzên hewayî yên Rûsî êrîş bir ser Idlîbê: Herî kêm 7 kes mirin
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hewayî yên Rûsî li Idlîbê êrîşeke hewayî pêk anîn û herî kêm 7 kes mirin. -
QSD: Şervanekî me ji ber krîza dil şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ebdulmecîd El Esad li nuqteyeke leşkerî ji ber krîza dil tevlî karwanê şehîdan bû. -
Birîna Komkujiya Kobanê 8 sal in ne kewî ye
8 sal in li ser şefaqa bi xwîn re derbas bûn, lê birîna wê li her malekê weke roja destpêkê teze ye. Şêniyên gundê Berxbotanê gotin, "Ew roja reş nayê jibîrkirin." -
Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand, agir berda zeviyan
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek revandin. Her wiha agir berdan zeviyan û bexçeyên zeytûnan. -
'Têkoşîna neteweyî meşand, PDK'ê ew girt, dewleta Tirk jî qetil kir'
Hevrêya Rihan Amûdê Stêrk Gulo qala wê kir û got, "Keça biçûk a malbata Şiwêş Rihan ji jiyaneke azad heta bi têkoşîneke xurt mîrateyeke têkoşînê ya ji 38 salan li pey xwe hişt." -
Xelkê Hesekê û Şedadê şehîdan bi bîr anîn
Xelkê Hesekê û Şedadê şehîd Zîlan (Zeyenb Kinaci) û 84 şehîdên Hezîranê yên di cih û salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn. -
Êrîşên dagirkeriyê li navçeyên Qamişloyê hatin protestokirin
Li Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemis û Til Birakê, bi hezaran kesan êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. -
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Şehîdên Qetlîama Helincê li Kobanê hatin bibîranîn
Şêniyên Kobanê bi meşekê şehîdên Qetlîama Helincê bi bîr anîn. -
Deriyê Rêveberiya Xweser li penaberên Sûriyeyî vekirî ye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku nêzî milyonek û 100 hezar penaberên Sûriyeyî li herêmên wan e û destnîşan kir ku deriyê wan li penaberên din ên Sûriyeyî vekirî ye. -
Cenazayê şervanê HRE'yê Canşêr Şêrewa li Şehbayê hat veşartin
Cenazayê şervanê HRE'yê Canşêr Şêrewa ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrez a Şehbayê hat veşartin. -
Xelkê Dêrîk û Tirbespiyê li dijî komkujiyê daketin qadan
Xelkê Dêrîk û Tirbespiyê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan -
Rêxistinên civakî yên Rojavayî: Em polîtîkayên qirkirinê bişikînin
Deh rêxistinên civakî yên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin ku vê dawiyê zêde bûne û ji bo şikandina polîtîkayên qirkirinê bang kirin. -
Şervanê HRE'yê Canşêr Şêrewa şehîd bû
HRE'yê ragihand kir ku hevrêyê wan Canşêr Şêrewa yê 14`ê Hezîranê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bibû, di 20`ê Hezîranê de şehîd bû. -
Rêveberiya Xweser: Tirkiye bi van êrîşan dixwaze darizandina DAIŞ’ê taloq bike
Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser da zanîn mafê Rêveberiya Xweser heye ku çeteyan bidarizîne û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze doza darizandina DAÎŞ’ê bisekinîne. -
'Li dijî êrîşkariya dewleta Tirk jin wê her tim li ber xwe bidin'
Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk di şexsê jinê de êrîşî projeya Neteweya Demokratîk dike û destnîşan kir ku jin wê heta dawiyê li ser piya bin û li ber xwe bidin. -
'Plana Têkbirinê' ya Enqereyê ya li ser Rojava -II
Di pêla 'Plana Têkbirinê' de di navbera paytexta şoreşê Qamişloyê û bajarê berxwedanê Kobanê de bi rêk û pêk êrîşên bi SÎHA'yan hatin kirin. Ji 23'ê Hezîrana 2020'î û vir ve 181 caran bi SÎHA êrîş hatin kirin. 112 pêşeng û welatparêz şehîd bûn. -
Cenazeyê şehîd Firat Tûma li Qamişloyê hat veşartin
Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tûma ê di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk de li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê de şehîd bûbû, li Goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişloyê veşartin. -
Şêniyên Amûdê dewleta Tirk a dagirker protesto kirin
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê çalakiyek hate lidarxistin. -
PYD: Wê têkoşîna heval Leyman qet nesekine
PYD’ê derbarê qetilkirina Leyman Şiweş, Yusra Derwîş û Firat Tûma daxuyaniyek da û got “Têkoşîna ku heval Leyman daye destpêkirin wê qet nesekine.” -
33 partiyên siyasî û rêxistinan dewleta Tirk şermezar kirin
33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.