Tecrîd û xwarina gefan li Rêberê Gelê Kurd, hatin protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi şandina nameyan xwarina gefan lê, li Eyn Îsayê hatin protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi şandina nameyan xwarina gefan lê, li Eyn Îsayê hatin protestokirin
Bi sedan kes ji xelkê Eyn Îsayê bi meşekê tecrîd û bi şandina nameyan xwarina gefan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatin şermezarkirin.
Xelk, ji ber Mizgefta Mezin ta bi çerxerêya Şehîd Cûdî meşiya û dirûşmeyên ‘’Bêyî Serok jiyan nabe’’ û ‘’Bila bimire Erdogan’’ hatin berzkirin.
Endamê Meclisa PYD'ê ya kantona Girê Spî Qeys Ziyab di çalakiyê de axivî û got ku tecrîtkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûreşiya hêzên navneteweyî ye ku îdiaya edaletê dikin û tecrîd nîşaneya durûtiya wan e.
Ziyab diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gelên azad ji xwe re dike armanc dikeve hewila şikandin vîna gelên berxwedêr ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin xwedî.
Qeys Ziyab her wiha anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sembola jiyana hevbeş e û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya wî bang ji bo geşkirina têkoşînê kir.
Dirûşme hatin berzkirin û çalakî qediya.