Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de çareseriya Sûriyeyê tê nîqaşkirin

Di foruma ku bi boneya salvegrea Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin de, çareseriya krîza Sûriyeyê tê nîqaşkirin.

Forum kuji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve bi dirûşmeya 19'ê Tîrmehê: Şoreşa jin û gelan û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk" hat organîzekirin, bi beşdarbûna 150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser li Hola Şeto ya Hesekê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê Perwîn Yûsif ve hat kirin. Yûsif got: "Em salvegera 11'emîn a şoreşa gelan a bi pêşengiya jinan li tevahî kedkarên vê şoreşê, malbat û zarokên şehîdan pîroz dikin."

Piştre hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Xoce jî axivî û wiha got: "Çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku gelê Kurd li Kobanê pê xist, rêya gelê me û tevahî gelên Rojhilata Navîn ronî kir. Şoreşê rih, bawerî û girêdana bi azadî û demokrasiyê da gelan. Rola PYD'ê di avakirina vê şoreşê de pêşengî bû, zemîna girseyî ya şoreşgerî, jin û ciwanan bi rêxistin kir. Şoreş 19'ê Tîrmehê xwe dispêre fikr û felsefeya nûjen a neteweya demokratîk."

Forum bi axaftinan dewam dike. Hevserokê PYD'ê Salih Mulsim, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid bi navê Rêveberiya Xweser, bi navê YPJ'ê jî ji fermandar Sarya Efrîn û bi navê QSD'ê wê biaxvin.

Di forûmê de ku wê rojeke bidome, sînevîzyonek li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê were nîşandan, geşedanên Şoreşa 19’ê Tîrmehê, stratejiya wê, pêşengiya jinê di şoreşê de, tifaqa gelan û çareseriya aloziya Sûriyeyê were nîqaşkirin.

Forumê wê ji du rûniştinan pêk were. Rûniştina yekemîn li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê û stratejiya wê ye, dê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf ve were birêvebirin. Di vê rûniştinê de dê stratejiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, 19'ê Tîrmehê Şoreşa bi pêşengiya jinan e, her wiha tîfaqa gelan û jiyan û çarenûsa hevbeş a gelan were şîrovekirin.

Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed dê rûniştina duyemîn bi rê ve bibe. Di vê rûniştinê de dê mijarên wekî danasîna Rêveberiya Xweser û sazûmaniya wê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziya Sûriyeyê werin nîqaşkirin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim wiha axivî: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa serhildana gelan e û şoreşa xeta sêyemîn e. Guhertinên ku piştî 11 salan di civakê de çêbûne, bi xwe şoreş e. Me şoreşa xwe ji Kobanê dest pê kir. Me civak û jin ji hêzên hegemon û desthilatdar parastin. Her kes ji şoreşa me, ji rêxistina me û ji sekna me ya li hemberî tevahî êrişan matmayî ma. Bi saya bi hezaran şehîdan destkeftî hatin bidestxistin. Eger  xwîna tevahî pêkhateyan di vê şoreşê de tevlihev bûye, hingî ev biratiya gelan e."

Muslim banga parastina destkeftiyên şoreşê kir û wiha pê de çû: "Divê em baş bizanin çima 11 hezar şehîdan giyanê xwe feda kir û çima heta niha keç û xortên me li eniyan têdikoşin û şoreşê didomînin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim banga şopandina xeta şehîdan kir.

‘19'Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞEKE CUDA YE’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî gelan pîroz kir û şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

El Ebid bal kişand ser binkeftina şoreşên berê û got: “Sedema sereke ya binkeftina şoreşên berê nebûna armanca sereke ya şoreşan bû. Yên ku navê muxalefetê li xwe dikirin ji xeta xwe dûr ketin. Em kêfxweş in ku em zarokên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne, şoreşa biratiya gelan û jiyana hevbeş in Em ji xeta muxalefet û rejîmê dûr ketin û di xelekekê de kom bûn.”

Hemdan El Ebid anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji şoreşên din cuda ye û pêngaveke rasteqîn a şoreşa tevahî gelan e.

'XURTKIRINA PERGALA PARASTINÊ MÎSOGERIYA ŞOREŞÊ YE'

Piştre ji fermandarên YPJ'ê Sarya Efrîn axivî. Sarya Efrîn Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, tevahî cangoriyên şoreşê, tevahî şoreşger û têkoşeran pîroz kir û got: “Ev şoreş encama ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan e.”

Sarya Efrîn di dewama axaftin xwe de wiha got: “Li Rojava dema çirûska şoreşê pê ket, gelê me yê berxweder bi derfetên kêm şoreş meşand. Vî gelê berxwedêr bi zarok û mezinên xwe îsbat kir ku dikarin li hemberî hegemoniya rejîmê û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilbide. Ev şoreş ji tevahî gelan re bû mînak. Ji ber têkoşîna jinan û eşqa wan a şoreşgerî, şoreş bi navê wan hat naskirin. Me bi hejmareke kêm rêxistina xwe ya YPJ'ê ava kir, niha em bûne artêşeke û me deverên cuda rizgar kir. Her wiha me bi hezaran jin teşwîq kirin ku cihê xwe di nava şoreşê de bigirin. Divê em pergala xwe ya parastina xurt bikin, da ku şoreşa xwe mîsoger bikin, xeyalên şehîdan bi cih bînin û Rêbertiya xwe di nav xwe de bibînin.”

Forum bi danişîna yekemîn a li ser stratejiya şoreşê dewam dike ku ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf ve tê birêvebirin.