Dewleta Tirk li Cindirêsê mêtingeh ava dike

Dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê mêtingeh ava dike.

Dewleta Tirk a dagirker, di çarçoveya guhertina demografiyê de, bi rêya rêxistinên Îxwanparêz li Efrînê xaniyên metingeriyê lê dike.

Dewleta Tirk, li nêzê gundê Kefir Sefirê yê navçeya Cindirêsê, bi hevkariya şirketeke bi navê “Denîz Fenerî” xaniyên nû yên mêtingeriyê ava dike.

Hat diyarkirin ku wê zêdeyê 100 xaniyên 4 tayî bên lêkirin û di serê zivistanê de biqedin.

Hat zanîn ku wê malbatên çeteyên ji Rojhilatê Gûtayê û Hemayê hatine wê di van xaniyan de bi cih bibin.