Dewleta Tirk li Minbicê êrîş bir ser wesayîta sivîl: Kesek birîndar bû
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek êrîşî wesayîta sivîl kir û kesek birîndar bû.
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek êrîşî wesayîta sivîl kir û kesek birîndar bû.
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku 16’ê Tîrmehê roja Yekşemê derdora saet 11.30’an artêşa Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek êrîşî wesayîteke sivîl kiriye.
Meclîsa Leşkerî diyar kir ku êrîş li gundê Hesen Axa yê li başûrê Minbicê pêk hatiye û ragihand ku welatiyê bi navê Ehmed Casim sivik birîndar bûye.
Hat ragihandin ku Casim piştî tedawiyê, ji nexweşxaneyê derket.