Dewleta Tirk ciwanek qetil kir
Ciwanê bi navê Rodî Silêman ê ji Tirbespiyê, li nêzî parêzgeha Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
Ciwanê bi navê Rodî Silêman ê ji Tirbespiyê, li nêzî parêzgeha Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
Malbata Rodî Silêman ji ANHA’yê re axivîn. Malbatê diyar kir ku kurê wan Rodî Silêman Ehmed ji bo biçe Ewropayê çûbû nêzî parêzgeha Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê. Malbatê ragihand ku Ehmed duh ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin.
Rodî Silêman Ehmed (25) li gunê Sîha Mezin a Tirbespiyê dijiya.