Egîd Kobanê ku ji bo parastina xaka xwe tevlî YPG’ê bû, li Serêkaniyê li dijî çeteyan di çeperên pêş de çavê xwe ji dest dide. Hevrêyên wî Egîdê ku dikeve destê çeteyan, ji bîr nakin.
Bi dagirkirina Serêkaniyê ya ji aliyê Cephet El Nûsra ve, şert û mercên jiyana gel hîn zehmettir bû. YPG nebû mudaxelê şerê di navbera rejîm û Cephet El Nûsra de, lê dema bû şahidê destdirêjî, komkujî, dizîtî, nelirêtî û talana ku Cephet El Nûsra li hemberî gel pêk anî, ket nava tevgerê. Her wiha dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo tasfiyekirina Şoreşa Rojava ku hîna şîn nebûbû, ketibûn nava hewldanan. Serêkaniyê jî deriyê derbasbûnê yê vê tasfiyeyê bû. Dixwest Şoreşa Rojava ji holê rake. Ji bo koçkirina gel jî deriyên sînor vekir û li Bakurê Serêkaniyê konbajarek ava kiribû.
EL NÛSRA JI SERÊKANIYÊ HAT DERXISTIN
Dijminên Kurdan dixwest ku li gel serkeftina gelê Kurd û Şoreşa Rojava xeyalê azadiyê yê Kurdan jî hilweşîne. 19’ê Kanûnê çeteyên Cephet El Nûsra êrîşî Kurdan û hêzên parastinê kir. Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl ku ji bo meşa Konseya Bilind a Kurd a bi dirûşmeya ‘Vegera Welêt’ amadekarî dikir, şehîd bû. Piştre di navbera YPG’ê û çeteyan de şerê dijwar qewimî. Aktîvîstê bi navê Selah Eyo Şêxo û endamê Asayîşê Xalid Omer Hemo di dema hevdîtina bi çeteyan re de, dîl hatin girtin û bi hovîtî hatin qetilkirin. Piştî van her sê şehadetan (Abid Xelîl, Selah Eyo Şêxo û Xalid Omer Hemo), şer hetanî ku Serêkaniyê ji Cephet El Nûsra hat azadkirin, dewam kir.
EGÎD KOBANÊ BEHS DIKE
Egîd Kobanê jî di şerê azadkirina Serêkaniyê de cih girt û wiha qala pêvajoyê dike: “Di destpêka sala 2014’an de şer êdî gihiştibû astek jor. Çeteyan û dewleta Tirk û berê xwe dabûn Kobanê. Me jî dixwest ji Serêkaniyê ber bi Kobanê ve korîdorekî vekin. Eger nebe jî herî kêm em ê li cihê xwe bimaban û me wê çalakiyên xwe pêk bianiya. Di wê pêvajoyê de jî gundên mîna Mebrûkayê di destê çeteyan de bû. Ji bo azadkirina Rawiya, Dehman û Mebrûkayê em ketin nav tevgerê.
PIŞTÎ HEVAL BEHRÎ ŞEHÎD BÛ, EZ BER BI ÇEPERÊ PÊŞ VE ÇÛM
Ji ber ku di pêvajoyên destpêkê yên pêngavê de, tecrubeya me ya şer nebû, hevalan dixwest ku em li çeperê paş bimînin. Li gundên hatine azadkirin, ji bo parastinê em diman. Di şer de hevalek şehîd bûbû û dema anîn çeperê paş, min kefiyeya li ser rakir. Heval Behrî bû. Heval Behrî bi rêya min YPG nas kiribû, biryara tevlîbûnê dabû. Dema min dît şehîd bû, min israr kir ku biçim çeperê pêş. Ji ber ku tolhildana herî mezin azadkirina xakên me yên dagirkirî bû û min jî dixwest di pêngavê de cih bigirim. Min armanca xwe pêk anî. Bi komek hevalan re ez tevlî pêngava rizgarkirina gundê Dehmanê bûm. Şer pir dijwar bû, ji ber guleyan me nedikarî serê xwe rakin. Di navbera çete û hevalan de tenê 5 metre navber hebû. Divê me bi rengekî koordîneyî di rewşa koman de gund ji çeteyan paqij kiriba. Ez jî di nava koma êrîşê de bûm. Bi azadkirina gund min dikarî tola Heval Behrî hilînim.
ALÎ KETIBÛN NAVA HEV
Destpêkê min hevalên şehîd û birîndar gihand cihekî bi ewle. Dema ez vegeriyam cihê xwe, agahiya ku wê wesayîtek çeteyan were teqandin, gihiştibû hevalan. Hîna me pozîsyona xwe negirtibû, wesayît bi lez gihişt cem me û teqiya. Me nedikarî ji ber tozê çavên xwe vekin û ji ber tundiya teqînê em hinekî ser hişê xwe çûbûn. Şer ewqas dijwar bûbû ku me nedikarî hevalan û çeteyan ji hev cuda bikin. Hevalên şehîd û birîndar hebûn. Ez, Heval Şahoz û du hevalên jin dîsa bi cih bûn. Sê kesên ku cil û berên me yên leşkerî li ber bûn, mîna xeyalt li pêş me çûn û ber bi aliyê çeteyan ve çûn. Dema me got, ‘Heval! Ber bi wî alî ve neçin! Qada DAÎŞ’ê…’ şerekî biçûk qewimî. Me 2 ji wan kuşt, yê din jî reviya.
MIN XWE LI CEM ŞEHÎD ŞAHOZ DIRÊJ KIR
Gundê Dehmanê demek dirêj di destê çeteyên DAÎŞ’ê de mabû. Lewma çeperên xwe, tunel û çeperên xwe yên li binerd xurt kiribûn. Bi teqîna wesayîtê re çete ji mal, tunel û çeperên xwe yên parastinê derbasî pozîsyona êrîşkirinê bûbûn. Bi teqîna roketê re Heval Şahoz ji ber bandora basincê ket cem min. Şehîd bûbû. Min hesiband ku tenê Şahoz şehîd bûbû, lê piştre min fêm kir ku hevalên din jî şehîd bûbûn. Hejmara çeteyan gelek bû. Cephaneya me jî kêm mabû. Dema ez rabûm ser piyan, min êşekî gelek kêm hîs kir û min derdora xwe baş nedidît. Ez nêzî Şahoz bûm û min hewl da bizanim ka ew e yan ne ew e. Şahoz bû. Hingî ku min hewl dida rabim ser piyan, ez diketim erdê. Min nedikarî hevsengiya xwe çêbikim û min pêşiya xwe nedidît. Min bang li hevalan kir, lê deng dernediket. Dîsa min bang kir, ‘heval’ lê dîsa bersiv nebû. Min fêm kir ku hevalên din jî şehîd bûn. Min jî xwe li cem Şahoz dirêj kir û qilêş danî pişt serê xwe. Di pozîsyonekî bêyî tevger de, ez sekinîm. Min destê xwe da rûyê xwe. Çavekî min derketibû, çavê min ê din jî ji ber barûtê filû didît.
EZ BI BÊDENGÎ SEKINÎM Û MIN HÊVIYA XWE JI DEST NEDA
Ez ne di rewşekî wisan de bûm ku bikevim rê. Eger min tevger kiriba, ez ê ber bi aliyên çeteyan ve çûbam. Şer demek dirêj dewam kiribû. Demek dirêj ez li erdê mabûm. Eger ez neçim, dibe ku ez dîl hatibam girtin jî, ez biçim lê min pêşiya xwe nedidît, dibe ku rê tevlîhev bikim û dîl bêm girtin. Çi dibe bila bibe divê ez çûbam. Min ji xwe re got, ‘divê tu biceribînî’ û ez rabûm ser piyan. Piştî ku ez hinekî meşiyam, ez ji ser hişê xwe çûbûm. Dema ku ez hişyar bûm, ez li navenda şer bûm. Dema ku şer sekinî min fêm kir ku ez li aliyê nêzî çeteyan im û birîndarên çeteyan ketibûn derdor. Pirç û rihên min gelekî dirêj bûbûn. Hejmara birîndaran gelek bû; bêyî ku bi zelalî meyze bikin her kes rakirin û birin. Ji ber pirç û rihên min jî hesibandin ku ez endamê çeteyan im û ez birim. Fêm nekirin ku ez kî me. Bi bêdengî ez li bendê mam. Min hêviya xwe ji dest neda. Min dizanî ku wê heval werin. Tenê yek tirsa min hebû ku ji gund dûr bikevim. Ji nişka ve dengê guleyan hat bihîstin û dema min dengê tilîliyan bihîst ez kêfxweş bûm. Çeteyan darbeyekî mezin xwaribûn. Min fêm kir ku Heval Newal gazî min dikir, ‘Heval Egîd!’ û ber bi min ve hat.
Ji min pirs kir, ‘Tu dijî?’ Min nekarî baxivim, tenê min destê wê girt.”