Li Munchenê êrîşên kîmyewî hatin şermezarkirin
Li Munchenê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Li Munchenê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Kurdên li bajarê Munchenê yê Elmanyayê dijîn li gel banga Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li qada Sendligerê li hev civiyan. Kurdistaniyan bi mitîngekê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî yên li ser gerîlayên azadiyê şermezar û protesto kirin.
Çalakiyê duh bi şev di saet 18.00’an de dest pê kir û di çalakiyê de danezana ku ji aliyê Konfederasyona Civakên Kurd ên li Elmanyayê (KON-MED) ve hatî nivîsandin û êrîşên dewleta Tirk şermezar dike hate xwendin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.