Li gelek navendên Rojava tecrîd hat protestokirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hate protestokirin.

Lig elek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hatin protestokirin.

REQA

Li bajarê Reqayê bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê meşek hat lidarxistin. Di nav de endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, Desteya Jin û tevgerên ciwanan, bi sedan şêniyên Reqayê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a li başûrê bajar dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, pankartên bi nivîsên "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e" hatin vekirin û bêyî navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Rêber me Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.

Meş li Pêşiya Peyker rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de tecrîda mutleq û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hat gotin, pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî qanûnên Tirkiye û yên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi nameyên gefxwarinên û zextên dirûnî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat kirin û hate diyarkirin ku ev name kaxezeke din a Erdoganê sûcdar û hikûmeta wî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê em têkoşînê geş bikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelên herêmê ye. Ji vir ji qada têkoşîn û berxwedanê, ji jinên Reqayê em silavê xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û soz didin ku em ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

DÊRAZOR

Meşa li gundewarê rojava yê Dêrazorê jî ku bi sedan kes tevlê bûn, ji pêşiya çerxerêya bajarokê Kisrayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Êrîşên dijminên faşîst delîlê tirsa wan ji şoreşa jinê ne" û "Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan em ê xeta şehîdan berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin" hatin vekirin.

Şêniyan heta çerxerêya duyemîn a bajarokê meşiya. Li vir jî Rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Xîtam Salih daxuyanî xwend. Xîtam Salih, tecrîd û gefên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Tecrîda giran a li ser Rêbertî neheqiyeke, ji ber ku rêberê gelan û tevahî mirovahiyê di nava çar dîwaran de  hatiye tecrîdkirin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekitiya gelan têkoşînê dike û li hemberî zilma li ser jinan rabû, ji ber vê yekê divê tecrîd were rakirin. "

Xîtam Salih di dawiya daxuyaniyê de got, kilîta çareserkirina hemû aloziyan li Îmraliyê y û bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

MINBIC

Bi heman armancê jinên Minbicê ji çerxerêya Mêzan heta çerxerêya Meseb meşiyan û bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana jinan" û "Bijî berxwedana Rêbertî" qêriyan.

Li çerxerêya Meseb hevseroka Meclîsa PYD'ê ya Dêrazorê Rîm Derwîş axivî. Rîm Derwîş, kirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nameyên gefxwarinê şermezar kirin û anî ziman ku ev kirin derexlaqî û derqanûnî ne.

Rîm Derwîş anî ziman ku girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveyê şerê dewleta Tirk ên li dijî destekftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê û wiha got: "Ev gef bi nêzîkbûnan salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, şoreşa jinên azad tên xwarin. Bi van gefan dixwaze vê nameyê bide ku ew ê tolê ji têkoşîna jinan a ku tevahî planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin, hilîne."

Di dawiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî Yekitiya Parêzerên Efrînê bi daxuyaniyekê nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Parêzeran anî ziman ku dewleta Tirk, Yekitiya Ewropa, Rêxistina Mafên Mirovan, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsên rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.