Şahidên Şoreşa Rojava: Ji 7 salî heta 70 salî gel li qadan bû

Şahidên Şoreşa Rojava diyar kirin ku Şoreşa Rojava jiyaneke bi ronî ava kir û gotin: "Me li hemberî desthilatdariyê serî hilda. Tax bi tax û kolan bi kolan me rizgar kir."

Şoreşa 19’ê Tîrmehê çirûsk û hêvî û vejîne, gelê Rojava dîrok û serpêhatiyên xwe di bin hêzên dagirker de bi awayekî kur şîrove kir, gel helwesta xwe ji roja destpêkê ve diyar kir, gel li hemberî desthilatdariyê serî hildan û riya azadiyê pejirandin.

Hevseroka Meclîsa Jin a PYD’ê Sara Xelîl ku şahidê 19’ê Tîrmehê ye û yek ji jinên ku cihê xwe di şoreşê de girtî ye, wiha got: “Bi ruhê berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, me şoreşa Rojava da destpêkirin. Mîrateya berxwedanî û têkoşîna 19’ê Tîrmehê ew e ku berxwedaniya zindana ya ku di 14’ê Tîrmehê de qewimî ye. Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê, serweriya rejîma Baasê li ser Kurdên Rojava bû. Rejîma Baas di nav xwede tenê yek ziman, çand, nasname û yek al dihewand. Xwestin bi van rêbazan gelê Kurd ji rastiya wê dûr bixin. Rêberê Gelê Kurd dibêje, ‘Dîroka şaş rast nayê jiyankirin.

Êdî bi berxwedanî û vîna keç û xortan netehemûlî li hemberî desthilatdariyê nîşan dan û riya berxwedaniyê şopandin. Êdî Kurdên li Rojava rabûn û dest bi şoreşê kirin, em xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derketin. Dayîkan beriya şoreşê xebatên cebhewî dimeşandin, çi bi riya civînan çi jî bi riya dayîna tîpên Kurdî, êdî me destpê kir û di nava gel de gel birêxistin dikir."

Sara Xelîl bal kişand ser Bihara Ereban û wiha got: "Vaye şoreşa me li ser asta cîhanê bûye projeya yekemîn. Piştî biryara ku divê rejîm derkeve, gel metirsiyeke ji pevçûnê jiyan kir, lê piştî ku alên kesk, sor û zer dîtin gel bi danê esir daketin qadan. Ew alên me yên ku di qûrzîkan û di bin axê de dihatin veşartin, vaye li ser baniya ye û diheje.

Rejîma li vir teslîm bû û çeka xwe danîn û derketin. Piştî çûyîna salekê li ser şoreşa 19’ê Tîrmehê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, divê leşker bi qasî 50 hezaran bê çêkirin. Keç û xortên Kobanê çek rakirin û dest bi têkoşînê kirin. Piştî salekî êrîş destpê kirin.”

Sara Xelîl di dawiyê de ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelan e û tevahî gelan di nava xwe de dihewîne, em vê rojê li tevahî netewan pîroz dikin.”

Yek ji şahidên din ê Şoreşa Rojava Hindê Hebeş ragihand ku li tevahî Sûriyeyê gel rabû û wiha got: “Em jî weke gelê Kurd me got, divê êdî em parastina xwe bikin. Beriya 19’ê Tîrmehê di sala 2011’an de hêzeke leşkerî ya biçûk ji keç û xortên Kurdan çêbû. Êdî me dest bi parastin û perwerdeya xwe kir. Hikûmeta Sûriyê jî li dijî Kurdan her cure şerê tunebûnê pêk dianî, ji bo em li dijî vî şerê serî hildin me dest bi şoreşê kir. Rejîma Baasê weke her mêtîngerê ku Kurdistanê dagir kirî xwestin netewa Kurd tune bikin. Me ji li hemberî va desthilatdariyê serî hilda. Tax bi tax û kolan bi kolan me rizgar kir, destpêkê me li ser riya Termîk destpê kir. Ji 7 salî heta 70 salî gel daketin qadan û tevahî saziyên di bin serweriya hikûmetê rizgar kir."

Hebeş anî ziman ku tevî bê derfetiyan jî gel bi moraleke xurt tevlî şoreşê bû û got: “Gelê Kobanê daketin qadan. Alên kesk û sor û zer li ser hemû baniyan dihejiyan. Weke ciwan me soz da ku em axên xwe rizgar bikin û xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin."