Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê şehîd Hesen El Hisên û Îbrahîm El Nezar, li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD’ê şehîd Hesen El Hisên û Îbrahîm El Nezar, li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hatin veşartin.
Hevrêyên her du şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka Sivîl, rûspî û şêxên eşîran jî di nav de, bi sedan şêniyên naveçaya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyên şehîd Hesen El Hisên û Îbrahîm El Nezal li Goristana Şehîdên Şedadê spartin axê.
Şervanê QSD′ê Hesen Elî El Hisên hefteya borî li gundê Tirwaziyê di encama êrişeke hewayî de şehîd bûbû. Îbrahîm Herdan El Nezal jî dema erka xwe pêk dianî li navçeya Şedadê ji ber krîza dil şehîd bûbû.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan û rola wan di parastina ewlehî û îstîqrara herêmê de.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên anî ziman ku ew ê tola hevalên xwe yên şehîd hilînin û têkoşînê berdewam bikin heta xeyalên şehîdan pêk bînin.
El Hisên got, şehîd sembola hêz û îradeya gelan in û got: "Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hêzên xwe yên leşkerî re çeka herî aktîf a li hember êrişên li ser herêmê ye.”
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdan a navçeyê hatin veşartin.