Şoreşa Rojava hunermendên xwe perwerde dike

Navendên çand û hunerê yên li Rojava, zarokan bi çanda wan perwerde dikin. Hunermend Zînê Ehmed jî di van saziyan de perwerde dîtiye.

Zînê ku bi muzîkê dest bi hunerê kir, di heman demê de lîstokvaniya şanoyê jî dike. Di rêzefilma Evîna Kurd e ku nûneriya çanda Kurd dike, rolê Dîlan dilîze.

Zînê Ehmed li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran di sala 2018’an de tevlî xebatên hunerî dibe û hîna di temenê biçûkahiyê de di merasîmên li dibistanan de dengê wê tê kifşkirin. Li gel kêrhatina xwe, li hemberî muzîkê jî dibe xwedî mereq. Bi taybetî ji Awazê Çiya bandor dibe û strana Awazek Tê jî qet ji jiyana xwe dernaxîne. Sala 2018’an bi amatorî stran gotinan didomîne. Bi pêşniyara hevalekê tevlî xebatên çand û hunerê dibe.

XWEDÎ LI MÎRATEYA DENGÊJAN DERDIKEVE

Zînê diyar kir ku dengbêjî dengê bêdengan e û wiha got: “Dengbêj tiştên hatine jiyîn ji dîrokê digirin û heqîqet heta roja me ya îro anîn. Çiqekî muzîkê ye ji bo ku gelek dîroka xwe bizane, fêm bike û encam bigire nesîhetan dike. Ji bo zanebûna civakê jî roleke mezin dilîze. Zilm û êşên bi serê Kurdan hatî, em dikarin di klamên dengbêjan de bibînin. Van sedeman bandorek mezin kir ji bo ku ez çiqê dengbêjiyê tercîh bikim.”

DEST BI PERWERDEKIRINA HUNERMENDAN KIR

Zînê dixwaze bibe hunermendek mezin ku xîtabî hest, fikir û çanda civaka Kurd bike û ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne destpêkê bi muzîkê dikeve rê, piştre derbasî lîstokvaniya şano û rêzefilman dibe. Zînê ku 12 saliya xwe beşdarî xebatên çand û hunerê dibe, di Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de ku koma şanoya zarokan e, cih digire. Zînê di lîstokvaniyê de xwe pêş dixe û beşdarî Koma Şanoyê ya Şehîd Hêvî dibe ku ciwan cihê xwe tê de digirin. Zînê êdî zarokên ku beşdarî Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol dibin, ji bo lîstokvaniyê perwerde dike.

Zînê di rêzefilma Evîna Kurd de ku bal dikişîne ser Şoreşa Rojava, rolê jineke ciwan a bi navê Dîlan dilîze û di rêzefilmê de di nava xebatên çand û hunerê de cihê xwe digire.

JIN PÊŞENGIYÊ DIKIN

Zînê Ehmed destnîşan kir ku divê jin di hunerê de cih bigire û ev tişt got: “Eger em rastiya civakî berçav bigirin, nedihat qebûlkirin ku jin cihê xwe di hunerê de bigire. Girîngiya hunerê ji bo civakê nedihat zanîn. Lê dema em ber bi sala 12’emîn a şoreşê ve diçin, divê bibînin ku çiqas rê hatiye derbaskirin. Şoreş êdî hunermendên xwe perwerde dike. Zarok û kesên mezin di nava xebatên hunerê de cih digirin. Girêdana huner û civakê xurt dibe. Çawa ku jinan pêşengiya şoreşê kir, niha jî jin pêşengiya şoreşa çand û hunerê dikin.”