Şoreşger û rojnamevan: Avrîn Mahsûm
Avrîn Mahsûm (Bêrîvan Mustefa) bû rojnamevan rêya heqîqetê û navê xwe li rûpelên rojnamevaniya jinê neqişand, ku wê bi hezaran rojnamevanên jin bidan ser şopa wê.
Avrîn Mahsûm (Bêrîvan Mustefa) bû rojnamevan rêya heqîqetê û navê xwe li rûpelên rojnamevaniya jinê neqişand, ku wê bi hezaran rojnamevanên jin bidan ser şopa wê.
Avrîn Mahsûm di sala 1995'an de li Lîbayayê çavê xwe li ser dunyayê vekir, lê piştî jidayîkbûna wê, malbata Avrîn berê xwe da welat û vegeriya cih û warên xwe, Efrînê. Di nava 4 bira û 3 xwişkan de ya herî biçûk bû. Di nava malbateke welatparêz de bi çandeke resen a Kurdîtiyê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê mezin bû. Dibistana seretayî û navîn li gund xwend.
'DI RUHÊ AVRÎNÊ DE ŞOREŞ HEBÛ'
Li ser zarokatiya Avrîn, bavê wê Receb Mistefa axivî û diyar kir ku Avrîn li gel keçkek biçûk bû lê jiyana wê weke şoreşekê bû. Receb Mistefa got, "Avrîn keça herî biçûk a malbatê bû. Her tim dixwest di jiyana xwe de guhertinan çêke, ji ber wê min jê re de digot jiyana te her tim şoreş e. Dema dibistana xwe ya navîn refa 9'emîn diqedîne berê xwe dide perwerdeyên Zimanê Kurdî, pê re şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê dibe. Di demeke kurt de Avrîn dibe mamosteya Zimanê Kurdî li gundê Aqîbê û bi dehan kes fêrî zimanê Kurdî kir. Bi herikandina pêlên şoreşê re di sala 2012'an Şehîd Avrîn cihê xwe di nav Ragihadinê de digire. Her wiha ji ber gundê Aqîbê her tim rastî êrîşan ji aliyên cuda cuda ve dihatin, bi hevkariya bi xelkê gund re parastina herêmê dikirin, bi wê re tevlî nav hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş bû. Her kareke ku jê dihat xwestin ne digot ku ez nizanim, digot ez ê fêr bibin."
'AVRÎN BI ŞAHIYEKE MEZIN BIRYARA TEVLÎBÛNÊ DA'
Avrîn jinek herikbar bû, nedixwest xwe di cihekî de sînordar bike. Ji ber wê biryar stand ku wê soz bide û bibe milîtana şoreşa Rojava. Bavê Avrîn bi vî rengî behsa wan kêliyan dike, "Rojekê hat malê, weke ku xatirê xwe ji me dixwaze û got 'em ê biçin karê me li gundê Basûtê heye'. Dema gihîşt cihê xwe telefon kir û got 'ez ê biçin perwerdeyê'. Di wê demê de min jê nas kir. Min jê re got heya tu neyê malê tu gavan mavêje. Eger bi rastî tu xwedî biryar e, tuyê were malê û li pêşiya me bibêjî ez ê tevlî nav refên şoreşgeran bibim. Bi hatina Avrîn me şahiyeke jê re lidar xist û bi kêfxweşiyeke mezin me Avrîn bi rê kir."
Avrîn Mahsûm, bi xwestekeke pir mezin di sala 2014’an de ji bo bibe roniya jin û civakê ji Efrînê weke mîlîtaneke Apoyî di xeta jin a azad de ji bo ragihandina rastiyan di xebatên çapemeniya azad de dîsa cihê xwe girt. Bi dilwêrekî, bi israr û biryardariyeke mezin li pey heqîqetê bê didûlî beziya û ji giştî cîhanê re rastiya DAÎŞ’ê û hêzên li pey wî ragihand. Dîmenên jinên ku ji koletiyê rizgar dibin parve kir, bû çavên rastiyan û tevahiya cîhanê bi rastiyan hesand. Pêvajoya şerê Efrînê jî tê de heta sala 2020’an di nava xebatên navenda ragihandina YPJ’ê de cihê xwe girt. Pêvajoyên şer ê pir giran de ji bo ragihandina rastiyan her tim di nav xebat û hewldanan de bû.
'DI BERXWEDANA SERDEMÊ DE BÛ ŞOPDARA HEQÎQETÊ'
Di kêliyên Berxwedana Serdemê de Avrîn Mahsûm di çeperên herî dijwar de cihê xwe girt, ji bo rastiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji cîhanê re derxîne pêş û berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê ji gelan re raxîne. Di nav 34 rojan ji destpêkirina şerê Efrînê de bi fedakariyeke mezin, bi ked, moral, hêrs û berxwedaneke bêhempa Avrîn Mahsûm li beramberî dagirkeriyê sekinî û her roj bi kamereya xwe darbeyên mezin li artêşa Tirk, çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û El Qaîdê dixist . Di wî şerê dijwar de, roja 27'ê Çileya 2018'an Avrîn û hevalê wê Şoreş Amûdê bi birîndarî di nav dijmin de man. Rewşa her du hevalan heya hefteyek nehatibû zelal kirin û piştî wê her du heval ku şehîdbûne hatibin îlankirin. Di wê demê de bi min re hesteke ku Avrîn şehîd nebûye her tim li ber dilê min bû, lê dîsa me merasîmeke heybet li Efrînê jê re çêkir. Di bîra min de bû ku Avrîn her tim ji hevalên xwe re digot ez dixwazin merasîma şehadeta xwe bibînim. Piştî demekê telefon ji min re hat û gotin Avrîn hîn sax e. Me bihîst ku piştî 26 rojan hêzên YPG'ê bi çalakiyek taybet Avrîn Mehsum û Şoreş Amûdê rizgar kirin. Me çû dît bi rastî halê wê ji ber birîndarbûnê gelek xirab bû, hat du rojan li gel me ma û dîsa ket nav liv û tevgerê."
Avrîn xebatên xwe bi Rojavayê Kurdistanê re sînordar nehişt. Çek û kameraya xwe rakir û di sala 2020’an de derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Piştî perwerdeyên bîrdozî, xebatên xwe yên çapemeniyê di navenda ragihandina YJA Star’ê de domand. Wê bi ezmûnên salan ê ku di eniyên şoreşê de girtibû berê xwe da qada Metîna û di Cenga Xabûrê de rolekî dîrokî lîst.
Bi dewamî bavê şehîd Avrîn wiha got, "Avrîn dev ji kar û xebatê xwe di nav Ragihandina YPJ'ê re berneda, lê hîn xwe xurt kir û karê xwe bi pêş xist. Rojekê hat û li gel ew û hin hevalên din bûn û ji min re got 'Bavê Mehsûm ez ê biçim Qendîlê, di wê demê de dîsa me jê re pîroz kir û min jê re got oxira te xêrê be û biçe hemû hevalan silav bike."
Di 16'ê Hezîranê sala 2023'an Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta kadroyên pêşeng ên çapemeniya HPG û YJA Starê di nav de Şehîd Avrîn Mehsûm daxuyaniyek da.
Nasnav: Avrîn Mehsûm
Nav paşnav: Bêrîvan Mûstafa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Fethiye-Recep
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê