Cenazeyê Xidir Qadir li Kobanê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Qadir yê ku li Minbicê şehîd bibû, li Kobanê hat veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Qadir yê ku li Minbicê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Dîjleyê ya başûrê Kobanê hat veşartin. Şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl û partiyên herêma Firatê, tev li merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Xonav Xelîl axivî û got: “Rojane dewleta Tirk a dagirker êrîş herêmê dike. Armanca wê ya yekane û dawî, qirkirina me, şikandina vîna me û têkbirina projeya me ya demokratîk e.”

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Ebdullah Muslim Reşîd jî got şehîd Xidir, xewna wî azadî bû ji ber wê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û şehîd bû.

Reşîd bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştî axaftinan cenazeye endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Qadir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.