Di êrîşa li ser rêya Qamişlo-Amûdê de şehîd û birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta JIN TV bomberan kir. Necmedîn Feysel Hec Sînan ku wesatiyê diajot şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta JIN TV bomberan kir. Necmedîn Feysel Hec Sînan ku wesatiyê diajot şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû.
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li wesayiteke rojnamevanan da.
Hat diyarkirin ku wesayîta ku hatiye hedefgirtin ya JIN TV ye. Di encama êrîşê de Necmedîn Feysel Hec Sînan ku wesatiyê diajot şehîd bû û nûçegînake jin birîndar bû.