Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd li ser rê û rêbazên ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Efrînê dike û hevkariya wan a bi dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê û pêkanîna kiryaran li dijî xelkê Efrînê ji ANF'ê re axivî.
Reşîd di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên ku di Qonaxa Berxwedana Serdemê ya Yekemîn û Duyemîn de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û şîfa ji hemû gazî û birîndarên şer re xwest û wiha got: "Îxaneta ENKS'ê li dijî Kurdan bi taybet Kurdên Efrînê, ne tiştekî nû ye û heya niha jî berdewam e. Îxaneta wan ji destpêka krîza navxweyî ya Sûriyeyê ve bi şekil bûye ku xeteke derveyî Kurdîtiyê, welatparêziyê û mirovahiyê hilbijart û xwe spart aliyê derve. Di hundirÊ wê krîzê de ew jî bûn çete ku girêdayî dagirkeriyê Tirkiyeyê û di dawiyê de bûn weke beşeke fermî ji opuzîsyona Sûriyeyê. Bi wê re Tirkiyeyê xwest doza Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi ENKS'ê ve girê bide û gelê Kurd vekişîne nav wê û bixapîne. Lê xeta Sêyemîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî wê plana îxanetkar bû bend û gelê herêmê li dora xwe kom kir."
'ENKS’Ê PIŞTGIRIYA ÊRÎŞA LI SER XELKÊ EFRÎNÊ KIR'
Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bi ser herêma Efrînê ve ENKS'ê piştgiriya êrîşan kiri û 6 komên girêdayî ENKS'ê tevlî nav refên çeteyan bû û bi wan re herêma Efrînê dagir kirin. Mal û milkên sivîlan talankirin û zêdetirî 300 hezar xelkê Efrînê koçberî herêmên din kirin û piştî dagirkirinê jî li hemberî kiriyarên dermirovî yên li dijî xelkê herêmê dihat pêk anîn çavê xwe girtibûn an jî em dikarin bêjin bi çeteyan re hevkar bûn. Bi yek carî parastina nirxên Kurdî li Efrînê nekirin, berevajî wê bi çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê re hemû nirxên Kurdan talan kirin û binpê kirin. Piştgirî dan dagirkeriya Tirkiyeyê û guhertina demografîk li Efrînê pêk anîn.
Li gorî kiryarên ku li Efrînê tê kirin ji guhertina demografîk bigire, heta revandina xelkê û qetilkirina wan rayedarên ENKS'ê derdikevin ser ekranan û dibêjin Efrîn bajarekî ewle ye. Ti binpêkirin li wir tune ne û xelkê Kurd bi azadî şahî û cejnên xwe pîroz dikin. Lê komkujiya ku di şeva Newroza 2023'an de çêbûye, hemû gotinên wan berovajî dike û heqîqeta azadiya ku ENKS'ê behs dike eşkere dike. Li şûna ku ENKS'ê piştgiriya mala Kurdî bike û asta têkoşîna wan xurt bike, her tim rayaderên ENKS'ê diçûn malbatên mexdûran û ji wan re digotin asta xwepêşandanên xwe kêm bikin û doza xwe jî paş ve vekişînin. Mînakên sekna ENKS'ê bi vî rengî pir in ku xelkê Efrînê yên li Efrînê mane dixistin xefka xwe û nedihiştin li mafê xwe xwedî derkevin."
"ENKS JÎ LI SER HEMAN RÊYA XIYANETÊ YA PDK’Ê DIMEŞE’
Reşîd ragihand ku ENKS jî li ser hema rêya xiyanetê ya PDK’ê dimeşe û got: "Hem ENKS hem jî PDK bi awayekî hêsan em dikarin bêjin ne xwedî biryar in. Çawa ku niha PDK bi hevkariya dagirkeriya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê êrîşî gerîlayên azadiyê dike, rê li pêşiya alîkariya wan digire. ENKS jî heman rêbazê li Rojavayê Kurdistanê dike û bi Tirkiyeyê û çeteyên wê re kiryaran li ser xelkê Efrînê dimeşîne.
Hêzên dagirker ji bo valakirina herêma Şehba ji xelkê Efrînê, li hev kirine û planeke hevbeş danîne. Em niha dibînin ku şerekê taybet ê qirêj li dijî xelkê Efrînê tê kirin û eger gelê me şiyar nebe, em ê bikevin nav xefkeke herî mezin. Em dibînin niha hem bi rêya ENKS'ê hem jî bi riya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê şewqeke ji bo vegera Efrînê tê çêkirin. Lê ya herî xeter em dîbînin dema hin malbat vedigerin, di destpêkê de nêzîkî wan nabin û ti kiryarê niha li ser wan pêk nayînin. Ev jî hesab dikin qismeke mezin ji xelkê vegerin û dîsa ji nû ve dest bi kiryaran bikin. Ya herî xeter jî piraniya xelkê Efrînê dema vedigerin, hemû mal û milkên xwe difiroşin û dîsa ji Efrînê derdikevin. Ji ber wê pêwîste xelkê me şiyar be û nekeve xefka dijminan. Ji bilî zarokên Efrînê kes Efrînê rizgar nake em ê bi hev re bi ser bilindî vegerin Efrînê"
'BILINDKIRINA ASTA BERXWEDANÊ RÊYA ME YA SEREKE YE'
Di dawiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd wiha got: "Çawa ku li çiyayên azad asta berxwedana gerîla her xefkên dijmin û îxanetkaran têk bir û bin erd kir, li Şehbayê em ê jî asta berxwedana xwe bilindtir bikin û nehêlin bi hestên me were lîstin. Em dizanin niha li Şehbayê şereke taybet li dijî xelkê Efrînê tê kirin. Berê xelkê Efrînê didin herêmên cuda cuda, lê bi alîkariya hemû saziyên li vir me dest bi hemleya ziyaret û nîqaşê kiriye ku da ku em nekevin nava xefikên dijminên xwînvexwar."