Xelkê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn Sekvan re xwest

Şêniyên Kobanê û nûnerên saziyên herêmê bi rengekî girseyî serdana malbata Zîn Sekvan (Roşîn Elî) kir û sersaxî ji malbatê re xwest.

Tevî nûnerên saziyên Malbata Şehîdan, Rêveberiya Xweser ên Herêma Firatê bi dehan kesî berê xwe dan gundê Bakacê yê li Başûrê Kobanê û serdana sersaxiyê li malbata Zîn Sekvan (Roşîn Elî) kirin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh axivî û diyar kir ku ew bi saya hevrêyên xwe yên weke Zîn gihîştine vê astê. Salih Nûh got, "Şehîd Zîn û hevrêyên wê tişta herî pîroz, giyanê xwe ji bo avakirina civakeke azad kirin feda. Em ê jî heta dawiyê li ser xeta şehîdan û azadiyê bin."

Bavê Zîn Sekvan Mehmûd Elî jî diyar kir ku keça wî serê Kurd û Kurdistanê hilda û li ber dijmin rabû. Mehmûd Elî got, "Ez serbilind im ji ber ku keça min gihîşt asta şehadetê. Vaye bi hezaran Zîn rabûne ser piyan, wê tola çeka min rakin. Ez vê şehadetê diyarî Rêber Apo û tevahiya hevalên keça xwe Zîn dikim û dibêjim ku em ê bi ser bikevin."

Di serdanê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" hatin berzkirin.