Dewleta Tirk 2 leşkerên Şamê kuştin
Dewleta tirk êrişî noqteya hêzên rejîma Şamê yên li Minbicê kir. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Dewleta tirk êrişî noqteya hêzên rejîma Şamê yên li Minbicê kir. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê îro di danê sibehê de gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin. Hat zanîn ku noqteyên hêzên rejîma Şamê yên li gundên Toxan û Ewn Dadat ên dikevin bakurê bajarê Minbicê bi tank û obûsan hatin topbarankirin.
Li gorî agahiyan, di encama êrişê de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.