Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serhan hat veşartin
Li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sewadî Meter Serhan hat veşartin.
Li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sewadî Meter Serhan hat veşartin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sewadî Meter Serhan 19'ê Tebaxê di êrîşê çekdarî ya li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Şedadê şehîd bûbû.
Şêniyên navçeyê cenazeyê şehîd Serhan bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeyê spart axê.
Piştî merasîma leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Emced Dexlîl axivî û li ser kesayeta şehîd Serhan got: “Şehîd Sewadî mînakê lehengî û fedakariyê bû û canê xwe di oxira parastina gel û welatê xwe de feda kir.”
Rêveberê Nivîsgeha Ewqafê ya Navçeya Şedadê Ehmed El Esed jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan da.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Serhan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan hat veşartin.