Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand
Derdora Şamê hate bombekirin. SOHR'ê ragihand ku bombardûman ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.
Derdora Şamê hate bombekirin. SOHR'ê ragihand ku bombardûman ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.
Doh bi şev dengê teqînên mezin ji derdora Şamê hate bihîstin. Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ku nêzî rêveberiya Şamê ye, ragihand ku lêpirsîn têkildarî teqînan berdewam e.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser hesabê xwe belav kir ku teqîn ji ber topbaran Îsraîlê ye.
Her wiha diyar kir ku pergala hewayî ya hikumeta Şamê hewl da moşekan bê bandor bike.