'Rêber Apo çavê me bi azadiyê ronî kir'

Dayîka Şehîd Barîn Cîhan Bozan diyar kir ku dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê şansekî mezin bû û got: "Fikrên Rêbertî ji bo tevahî gelê bindest e, ji bo azadiya jinê ye. Rêber Apo jin a kole rizgar kir û çavê me bi azadiyê ronî kir."

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Dayîka Şehîd Barîn, Cîhan Bozan ji ANF’ê axivî û qala kêliya ku Abdullah Ocalan dîtî, kir.

‘PIŞTÎ DERKETINA RÊBERTÎ ÊDÎ JINÊ XWE ÎSPAT KIR’

Dayîka Şehîd Barîn, Cîhan bozan wiha qala kêliya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî, kir û got: "Li gel hevalan me berê xwe da bajarê Libnanê û em tevlî nava şahiya 15’ê Tebaxê bûn. Ji bo min şansekî mezin e ku min Rêber Apo dît. Ew rêberê yekem e ku ji bo mafê jin têdikoşe. Di dirêjahiya dîrokê de her kes jî dizane ku jin du caran bûye kole. Yek koleyê civakê ya din jî koleyê zilam e. Lê piştî derketina Rêberê me, êdî jinê xwe îspat kir."

Dayîka Cîhan diyar kir ku her serokekî li cîhanê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tev digere û got: “Lê Rêberê me ji bo civakeke demokrat û exlaq û polîtîk, ji bo azadiya jin têkoşîn dike. Ew Kurdên ku navê mirî li wan hatine kirin, bi têkoşîna Rêber Apo ew Kurdên mirî serî hildan û xwe îspat kirin."

‘RÊBER APO JI BO MIN ÇAV Û ZIMAN E’

Cîhan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eger ez kor bim Rêber Apo çav e, lal bim Rêber Apo ziman e, Rêber Apo ji bo min her tişt e. Fikra Rêber Apo li ser esasê hiqûq û exlaqê ye. Fikrên Rêbertî ji bo tevahî gelê bindest e, ji bo azadiya jinê ye. Rêber Apo jina kole rizgar kir û çavê me bi azadiyê ronî kir."