Xelkê Tebqayê berxwedana QSD’ê silav kir
Xelkê Tebqayê bi meşekê berxwedana QSD’ê silav kir.
Xelkê Tebqayê bi meşekê berxwedana QSD’ê silav kir.
Endamên saziyên sivîl, leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, şêx û rûspiyên eşîran di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê bi meşekê piştgiriya xwe ya bi QSD'ê re diyar kirin. Di meşê de alên QSD û YPJ'ê û pankartên bi nivîsên "QSD mîsogeriya hevbeşiya demokrasî, pirrengî, siyasî ye" hatin hildan.
Meş ji taxa Ewel destpê kir û dirûşmên "QSD nûnertiya me dike" hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya Meyselûn a taxa Sanî (Duyem) rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef axivî û bal kişand ser rola QSD'ê ya rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ’ê.
Ehmed El Xelef got: "Em bi hêzên xwe re ne. Em li vir kom bûne da ku fedakariyên wan ên bi nirx bi bîr bînin, dilovaniyê ji şehîdên xwe re dixwazin û ji birîndarên xwe re şîfaya lezgîn dixwazin."
El Xelef anî ziman ku QSD û YPJ'ê çîroka serketinê ya yekemîn a li Rojhilata Navîn e û wiha domand: "Di vî şerî de ti hêz ji we xurttir nîn in. We efsanên qehremiyê nîşan dan û we modelek bêhempa ji mirovahiyê re pêşkêş kir. Hûn li gorî wî bawerî û berpirsyariyê ne ku gel spartine we."
Ehmed El Xelef di dawiyê de got: "Ji vî cihî, bi navê Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê û bi navê tevahî pêkhateyên Tebqayê em piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk re radigihînin. Em dibînin ku QSD grantorê herî guncaw e ku dikare azad, demokrasiya hevbeşî, pirrengî û siyasî pêk bîne. QSD tovê artêşeke nîştimanî ye ku xak û rûmeta tevahî pêkhateyan diparêze."