YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand
YPJ'ê ragihand ku şervana wan Rîm Elî El Casim di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye û got, "Weke hevrêyên Rîm, em ê her tim bi xurtkirin û bilindkirina yekîtiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin."
YPJ'ê ragihand ku şervana wan Rîm Elî El Casim di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye û got, "Weke hevrêyên Rîm, em ê her tim bi xurtkirin û bilindkirina yekîtiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin."
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî şehadeta Rîm Elî El Casim daxuyanî da. YPJ'ê got, "Hevrêya me Rîm jî, ji bo me bû îfadeya biryardarî û israra serxistina jiyana azad."
Daxuyanî wiha ye:
"Di Şoreşa Rojava de yekitiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd û Ereb di nava rafên YPJ’ê de ji bo parastin û mayîndekirina şoreşê mil bi mil têkoşîna xwe bilind dikin.
Rihên ciwan yên ku weke hevrê Rîm jî bi armanca bidestxistina azadiya welat hebûna xwe di nava refên YPJ’ê bi wate dikin. Hevrê ya me Rîm Elî El Casim, bi baweriya xwe ye ji doza azadiya gelan re li ser şopa Rojbîn Ereb û Hebûnan, bi armanc û hêviya mezin di temenê xwe yê ciwan de, berê xwe da nava refên azadiyê. Paradîgmaya ku hemû gel û neteweyên cuda di bin sîwana xwe de kom dike, neteweya demokratîk e. Ji lewra hevrêya me Rîm jî bi vê rihê pîroz, dibe yek ji parêzvanên welatê xwe. Hevrê Rîm bi xeyalên pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet di nava refên YPJ’ê de cihê xwe girt. Bi berpirsyartiya rihê demê ya ji bo xwedîderketin û bilind têkoşîna jinan hêr kêliya jiyana xwe kire bin xizmeta şoreşa azadiya gelan. Li ser vê bingehê jî di demeke kurt de kesayata xwe li esasê beşdarbûna xwe ye nava refên şoreşê perwerde kir û bû şervaneke wêrek û dilsoz.
Hevrê ya me Rîm Elî El Casim dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezeya trafîqê de di 20’ê Tebaxê de tevlî karwanên nemiran bû.
Weke YPJ ji bo me rihên ku di temenên ciwan de berê xwe didin nava şoreşa mirovahiyê de, biryardarî û domandina îdealên welatekî azad û hebûneke bi rûmet îfade dikin. Hevrêya me Rîm jî, ji bo me bû îfadeya biryardarî û israra serxistina jiyana azad. Em di serî de ji malbata hêja a hevrê xwe Rîm û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke hevreyên Rîm, em ê herdem bi xurtkirin û bilindkirina yekitiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin.
Nasnameya hevrêya me wiha ye:
Nasnav: Rîm Elî El Casim
Nav û Paşnav: Rîm El Casim
Navê dayîk: Emîra
Navê bav: Elî
Dîroka şehadetê: 20.08.2023.''