Êrîşa dewleta Tirk a li ser rojnamevanan hate şermezarkirin

Rojnamevanên li Qamişloyê li hev kom bûn, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kirin.

Li hemberî êrişên li ser rojnamevanan, Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY'yê ya li Qamişloyê li dar xist û bi dehan rojnamevan tev lê bûn.

Endama YRJ'ê Evîn Îbrahîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nesekinîne. Bê guman ên ku êriş û sûcên dagirkeran teşhîr dikin rojnamevan in, ji ber vê yekê rojnamevan têne hedefgirtin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişa li ser erebeya JIN TV’yê ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê ku di encamê de Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû, berdewama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên navneteweyî hat kirin ku rojnamevanan ji êrişan biparêzin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî jî anî ziman ku dewleta Tirk rojnamevanan dike hedef da ku sûc û binpêkirinên xwe yên domdar ên li herêmê veşêre û got: "Dewleta Tirk a dagirker rojnamevan Îsam Ebdullah ê ku bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Teqilbeqil dişopand, kir hedef. Li Serêkaniyê jî rojnamevan Seed Ehmed û hinek rojnemavanên din kirin hedef."

Dilyar Cizîrî got: "Wek rojnamevan em ê xeta hevalên xwe yên şehîd bişopînin, em ê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê belge bikin. Em bang li aliyên têkildarî parastina mafên rojnamevanan dikin ku li hemberî van êrişan helwesta xwe diyar bikin û bi lez bikevin nava tevgerê.”