Gaziyên Şer: Divê hemû Kurdistan ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser piyan
Gaziyên şer ên kantona Efrîn û Şehbayê gotin, "Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê hemû Kurdistan rabe ser piyan."
Gaziyên şer ên kantona Efrîn û Şehbayê gotin, "Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê hemû Kurdistan rabe ser piyan."
Gaziyên şer ên kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Daxuyaniya bi navê Saziya Xaziyên Şer a Kantona Efrînê û Şehbayê ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Eliye Ebdo ve û bi zimanê Erebî ji aliyê endamê saziyê Gîvara Şoreş ve hat xwendin.
‘DIVÊ EM DAWIYA FAŞÎZMA TIRK BÎNIN’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din soza bilindkirina têkoşînê didin. Her wiha em ê li hember şerê taybet ê ku di asta herî jor de li dijî gelê me tê meşandin, bibin mertal. Berxwedana me dê li vir mezintir bibe. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe dê çalakiyên me neyên rawestandin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qet nayê qebûlkirin û ev bang hate kirin: “Divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li faşîzma Tirk a ku qanûnên navneteweyî binpê dike, were anîn. Em ê li dû rêka fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin ser piyan.