Şehîd Zîn Sekvan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê Endama Hêzên Rizgariya Efrînê Zîn Sekvan (Roşîn Elî) li Herêma Firatê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 21’ê Tebaxê de (duh) bi daxuyaniyeke ragihandibû ku, endama wan Zîn Sekvan ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, beşdarî nava Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê bûbû, di roja 18’ê Tebaxê de rastî êrîşeke xedar a dewleta Tirk a dagirker hat û di encamê de şehîd bûbû.Bi sedan şênî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî, ji bo veşartina cenazeya şehîd Zîn Sekvan li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn.

‘HETA KEÇ Û XORTÊN WEKE ZÎN HEBIN KES NIKARE DEST BAVÊJE DESTKEFTIYÊN ME’

Di merasîma veşartinê de ku bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî.

Efendî anî ziman ku şehîd Zîn ji bo rizgariya Efrînê berxwedanek mezin raber kiriye û wiha got, “Vaye Zîn silav ji Şehba heta Kobanê tîne. Divê em ji bo Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rabin ser piyan. Em ê bibin şopdarê Rêbertî û şehîdên xwe, rêya wan bişopînin û teqez azadiyê pêk bînin. Heta keç û xortên weke Zîn hebin kes nikare dest bavêje destkeftiyên me.”

‘EV BERXWEDAN WÊ BERDEWAM BIKE’

Piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo destnîşan kir ku, weke dayik ew dirûşmeya ‘bê zarok jiyan dibe, lê bêyî azadî jiyan nabe’ esas digirin û got, “Duh Arîn îro jî Zîn canê xwe ji bo van axan feda kirin. Em sersaxî ji bo tevahî gelê Kurdistanê dixwazin. Dewleta Tirk a dagirker, li her derê êrîşê zarokên me dikin, bi çekên kîmyewî û qedexekirî li ber çavê tevahî cîhanê êrîşê gerîlayên azadiyê dike. Dibêje ‘ez li dijî terorîstan şer dikim.’ Ma miletek ku ji 60 milyon mirovî bêhtir pêk were, çawa dibe terorîst? Ev berxwedan wê berdewam bike. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Îro Zîn ji nav me çû, sibe wê bi hezaran Zîn rabin ser piyan û azadiyê teqez bikin.”

‘EM FEDAYÊ KURDISTANÊ NE’

Rêveberiya Ciwanên PYD’ê Mistefa Sidîq jî got, “Em weke ciwanên Kobanê amade ne ku em berê xwe bidin Efrînê û Efrînê rêzgar bikin. Şehîd rûmet û jiyana me ne. Em ê ti carî çekên şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em jî ji gelê Efrînê re dibêjin bi hezaran ji ciwanê Kobanê û Rojava ji bo rêzgarkirina Efrînê amade ne. Çawa me DAÎŞ’ê têk bir, em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî têk bibin. Em fedayê her çar parçeyên Kurdistanê ne." 

Xwişka şehîd Zîn Sekvan Yesmîn Elî di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan da û got, "Em ê heta dawî li ser rêya şehîd Zîn bin û azadiyê bi berxwedanê misoger bikin." 

Paşê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin

Şehîd Zîn Sekvan bi tililî û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate veşartin.