Xebatkarê Jin TV ê hate qetilkirin wê Şemiyê bê veşartin
Xebatkarê Jin TV Necmeddîn Feysel ku bi êrîşa dewleta Tirk hate qetilkirin, roja Şemiyê wê bê veşartin.
Xebatkarê Jin TV Necmeddîn Feysel ku bi êrîşa dewleta Tirk hate qetilkirin, roja Şemiyê wê bê veşartin.
Ji bo Necmedîn Feysel Hec Sînan li pêşiya mala wî ya li gundê Cewheriyê yê girêdayî navçeya Amûdê konê sersaxiyê hat vedan, bi sedan kesên serdanan kon kirin, sersaxî ji malbatê xwestin û hêrsa xwe anîn ziman.
Li aliyê din ji bo merasîma cenaze jî amadekarî tên kirin. li gorî agahiyên ku malbatê dane merasîm wê roja Şemiyê (26`ê Tebaxê) li goristana Şehîd Ismaîl a li navçeya Amûdê bê lidarxistin.