Rêveberiya Xweser êrîşa dewleta Tirk a bi ser rojnamevanan de şermezar kir

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa dewleta Tirk a bi ser nûçegihanên JIN TV’yê de şermezar kir û ji raya giştî ya navneteweyî xwest ku ji vê hovîtiyê re bibêje bes e.

Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarê êrîşa bi balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke rojnamevanan li ser rêya Amûdê-Qamişlo û di encamê de karmendekî JIN TV şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû, daxuyanî da.

Di daxuyaniya Daîreyê de wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Sûriyeyî, komkujiyên dîtir li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin. Tevahî pîvan û peymanên navneteweyî yên banga parastina sivîlan di aloziyan de, binpê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker hinceta şerê terorê wek delîl li dijî rojnamevanan, di piraniya şermezarkirinan û dadgehan de bi kar tîne. Bi giştî rojnamevan çi li ser medyaya dîjîtal çi nivîsîbe yan jî nûçeyek amade kiribe yan jî gotarek amade kiribe, wek delîl li dijî wan bi kar tîne.

Li gorî nîşaneya azadiya rojnamegeriya cîhanî ya 2022`yan ku Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) belav kiriye, Tirkiye ji nav 180 dewletan di pileya 149`an de ye.

Di sala 2023`yan de 6 rojnamevan li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin. Herî dawî hedefgirtina rojnamevanê Kurd ê ji Sûriyeyê Îsam Ebdullah (nûçegihanê Hawar û endama Yekitiya Ragihandinê).

Her wiha îro (23`yê Tebaxa 2023`yan) jî balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavên civata navneteweyî, NY, Konseya Ewlehiyê û mafên mirovan kir armanc.

Em bang li civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar dikin ku ji rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê destwerdanê bikin û hesab jê bixwazin.’’