Jinên Minbicê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Bi pêşengiya jinên Minbicê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xist. Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi kolana Wadî ve destpê kir.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Rêveberiya Sivîl û komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdarî meşê bûn. Beşdaran wêneyên Abdulllah Ocalan, pankartên "Jin, Jiyan, Azadî", "Tu kes nikare roja me tarî bike" hildan.

Li  kolana Wadî endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Berkel axivî û got: "Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê em tevahî şêweyên tundî û koletiyê şermezar dikin ku pergalên kapîtalîst hewl didin li dijî gelê me ferz bikin. Kapîtalîzm vîna azadîxwazan dikuje û dijbertiya projeya xwişk û biratiya gelan dike. Her wiha mirovan ji cewherên wan ê rast dûr bixe."

Emîne Berkel anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye û û armanca wê bidawîkirina ramanê azad e.

Emîne wiha pêde çû: "Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahî hevrêyên xwe yên têkoşer ku em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin. Em ji dijminên mirovahiyê tevahî re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin."

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Asya El Hisên wiha got: "Em li vir kom bûne da ku bi dengekî bilind banga bidawîkirina tecrîda li dijî ramyar û Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Asya Hisên anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan îspat kir ku ji pirsgirêkên asêmayî yên Rojhilata Navîn re çareseriya herî guncaw e û got: ''Ev proje ne li gorî pergala modernîteya kapîtalîzmê ye, lewma tecrîdê li ser Rêbertî giran dikin.''

Asya wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca me ya pêşîn û dawîn tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê."