Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bû, îro li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bû, îro li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat veşartin.
Endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî di nav de, şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Xemîs Heşaş li Goristana Şehîdan a li Til Hemîsê spart axê. Xalid Xemîs Heşaş 16'ê Tebaxê di encama qezaya trafîkê de li ser rêya Til Birak-Hesekê şehîd bû.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weed El Xilêwî axivî û bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina gelan û hewldanên şikandina îradeya galên azad de. Weed El Xilêwî soza şopandina xeta şehîdan da.
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê li Hesekê Demhat Hesekê jî got: "Em li ber mezinahiya fedakariyên şehîdên azadî û demokrasiyê em bi serbilindî û serferazî disekinin. Em soz didin ku em ê berxwedana li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin."
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Xalid Xemîs Heşaş hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşman li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat veşartin.