Nûçeya Lezgîn: Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Li deriyê bajêr şerekî dijwar diqewime

Xalib Elûşe: Divê em azadiya Rêber Apo mîsoger bikin

Welatiyê Kobanê ê bi navê Xalib Elûşe yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, bertek nîşanî tecrîda girankirî da û got: “Divê li her qadê em derkevin qadan, xwedî li Rêberê xwe derkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî 2 sal in bi tu awayî xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin. Herî dawî Mehmet Ocalan, di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Ji ber vê fikarên raya giştî zêde bûne.

Welatiyê Kobanê ê bi navê Xalib Elûşe yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, bertek nîşanî tecrîda girankirî da û got: “Divê li her qadê em derkevin qadan, xwedî li Rêberê xwe derkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Elûşe behsa dîtina xwe ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Di sala 1978-1980’an pismamê bavê min Ethem derbasî Rojava bû. Piştî heftiyek û şûnde ew vegeriya û behsa partiyê kir ji me re. Ethem ji me re got, ‘Partiya me heye, em Kurd in. Divê em piştgiriya partiya xwe bikin û bixebitin.’ Ethem cara duyemîn derbasî Rojava bû û ji me re got, ‘Hevalek me heye divê em derbasî Rojava bikin. Lê divê tu kes bi vê nizanî be.’

Kesê bi navê Cenî Rêbertiyê derbasî Rojava dike. Roja diduyan Rêber Apo bi terektorê berê xwe dide Kobanê Kobanê û li ber dibistana Reş peya dibe. Ji wir Rêber Apo derbasî mala Enwerê Elûşe bû. Li wir jî li cihê bijîşkekê ma. Rêber Apo piştî demekê ji wir derbasî Helebê dibe. Rêber Apo wê demê bi navê Elî Firat dihat naskirin. Kurê Apê min wê demê sê mehan bi Rêber Apo re ma.

Piştre Rêber Apo derbasî Şamê û piştre jî derbasî Libnanê bû.”

Elûşe anî ziman ku gava wî cara ewil Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, jêr gotiye, “Rêberê min em li benda vê rojê bûn, em Kurdin û em ê xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin. Rêber Apo got, ‘Şoreş ji bo gelê me ye, divê gelê me xwedî li Şoreşê derkeve.”

‘JI FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO DITIRSIN’

Elûşe da zanîn ku bi derketina PKK’ê re Kurdan êdî xwe nas kir û got: “Bi PKK û Rêber Apo re civaka Kurd azad bû. Dewletên desthilatdar ji azadbûna Kurdan tirsiyan. Înkar û qirkirin li nasname û çanda Kurdan dihat ferzkirin. Bi Rêber Apo re Kurd roj bi roj bi pêş ve çûn û azadî nêz dibû. Ji ber vê yekê ji fikir û ramanên azad ên Rêber Apo tirsiyan.”

Elûşe bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha got: “Em mafên xwe dixwazin. Divê li her qadê Kurd dakevin qadan, li Rêberê xwe xwedî derkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye. Li zanîngehê cîhanê felsefe û ramanên Rêber Apo tên xwendin û nîqaşkirin.”