Cenazeyê şehîd Hisên El Xelîl li Dêrezorê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Hisên El Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya gundewarê rojavayê Dêrazorê hat veşartin.

Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û şervanên QSD′ê jî di nav de, bi sedan şêniyên gundewarê rojava yê Dêrazorê cenazeyê şehîdê QSD′ê Hisên El Xelîl li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb veşatin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Sabir El Hisên sersaxî da malbata şehîd û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

El Hisên wiha axivî: "Şehîdan bedenên xwe ji bo me kirin çira û ji bo parastina me xwe feda kirin."

Bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê endama meclisê Zehra El Tayêh got: "Em bejna xwe li hember şehîdên ditewînin ku xwîna xwe ya pîroz di ber vê xakê rijandine. Em didin şehîdên xwe ku em rêya wan bişopînin û hemû êrişên li dijî welatê me û projeya me ya neteweya demokratîk têk bibin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Hisên El Xelîl hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.  Di dawiya merasîm de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat veşartin.