TEV-DEM'ê êrişa li ser KNK'ê şermezar kir
TEV-DEM'ê êrişa li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK'ê şermezar kir û ji bo parastina destketiyên gel û şerê gel ê şoreşgerî bang kir.
TEV-DEM'ê êrişa li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK'ê şermezar kir û ji bo parastina destketiyên gel û şerê gel ê şoreşgerî bang kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê û bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Li herêmên di bin kontrola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, hedefgirtina nivîsgehê kiryareke tirsonek e. Hevkariya PDK`ê di vê êrişê de, li dijî hewldanên yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê derbeyek e.
Dewleta Tirk a dagirker û faşîst, di van rojan de êrişên xwe li dijî vîna gelê me zêde kirine. Nemaze piştî serkeftina operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` ya QSD`ê û binkeftina komployên wê ku eniyên şer firehtir bike. Ji ber wê, xwest tola xwe ji vîna gelan hilîne û ji ber wê bi balafirên bêmirov gelek dever hedef girtin û di encamê de gelek sivîl û rêveberên pêşeng şehîd bûn ku li hember terora DAIŞ`ê ya cîhanî û alîgirên wê şer kirin û li ber xwe dan. Armanca Trkiyeyê çewisandina gelan e mîna ku pêşiyên wê şaristanî û çandên li herêmê wêran kirin û dewleta Ebasî, Mamlîk tune kir û îhanet li rûmeta gelan kir. Bi zorê berhemên wan desteser kirin. Îro jî heman siyaseta qirkirinê li dijî gelên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan û pêkhateyên din dimeşîne.
Dewleta Tirk a faşîst ji pêşketina vîna bîrdozî ya gelên herêmê û hevgirtina wan ditirse û pê dihese ku ew li ser plana wê ya dagirkirina herêmê xetere ye.
Ev dewlet çareseriyên aştiyane û demokratîk ji bo pirsgirêkên xwe yên hundirîn nabîne. Nikare xwe ji derve jî biparêze. Ji ber ku nijadperestî û olperstî û piştgiriya terorê ji xwe re kiriye bingeh, ta gihaşy vê rewşa tê de ku bibe navendeke wisa li ser hêzên siyasî û nîştimanî, herêmî û navneteweyî bibe gef. Mixabin hêzên navneteweyî piştgiriya vê dewleta bextreş dikin. Ew jî vê piştgiriyê bi kar tîne û sûcên xwe vedişêre, bê hesab û bi awayekî kirêt êrişî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Herî dawî jî êrişî Nivîsgeha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku sîwanê vîna gelan di hundirê peytaxta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê de ye. Di encamê de nûnerê nivîsgehê Denîz Cewdet şehîd bû. Ev yek destnîşan dike ku çi qas torên îstixbaratê (MÎT) li bajêr belav in û çiqas li rewşa ewlehiyê ya herêmên di bin kontrola PDK`ê de serwer in. Ji xwe pê re hevkar e û xwe radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye. Hedefgirtina nivîsgehê, kiryarek tirsonek e. Hevkariya PDK`ê li dijî hewldanên yekitiya neteweyî ya Kurdistanê derbe ye.
Em bêdengî û siyasetên civata navneteweyî li hember kiryarên sûcdar ên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Dewleta Tirk şerê li dijî vîna gelê me ragihandiye gur kir, roj bi roj sûcan li ber çavên civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî pêk tîne ku şirîkê bingehîn ê hêzên me di şerê li dijî terorê de ye. Lê şertên pîşî yên vê hevbendiyê hene. Êrişên bi balafirên bêmirov û hedefgirtina vîna me, armanca wê têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye. Em dibînin ku civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî bibêdengiya xwe, şirîkê vê siyaseta qirker in. Ji ber ku bêdengî nîşaneya razîbûnê ye.
Em bang li gelên xwe li her derê dikin ku destkeftiyên xwe biparêzin, xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin.”