Jinên Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin

Jinên Şehbayê diyar kirin ku wê her tim li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bênavber bidomînin.

Jinên herêma Şehbayê bi hemû pêkhateyan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.  Jinên Şehbayê diyar kirin ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd bû despêkeke nû ji bo wan û dan zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bênavber bidomînin. 

Endama Komîteya li Lihevkirinê ya Meclîsa Fafînê Zehra Kelo helwesta xwe derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: ''Em weke jinên Şehbayê ji despêka rizgarkirina herêmên Şehbayê ji tarîtiya DAÎŞ'ê em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo  dimeşin. Rêber Apo bi riya fikir û felsefeya xwe mafê jinan diparêze û hebûna jin li kêleka mêr bi awayeke hevpar di her qadê de pêş dixe. Tecrîda ser Rêber Apo her ku diçe girantir dibe û nahêlin malbat û parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtinê bikin. Agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Rewşa Rêber Apo û tendrustiya Rêber Apo di çi astê de ye nayê zanîn. Ev siyaseta ku dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêber Apo dimeşîne û bi taybet jî di van demên dawî di van rewşên giran ên ku tên jiyîn dewleta Tirk bi van kiriyaran zagonên nav dewletî bin pê dike. Em weke jinên Şehbayê bi hemû pêkhateyan tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin.  Heta em bigihêjin armanca em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku aloziya Sûriyeyê û aloziya Rojhilata Navîn bi giştî wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bên çareserkirin.” 

Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Fafînê Yasmîn Mislim jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji vê tecrîda giran li ser Rêber Apo re dibêjin êdî bes e.  Divê edî tecrîd were rakirin û Rêber Apo ji Zindana Îmraliyê derkeve û azadiya fîzîkî ya a Rêber Apo pêk were. Ji berê de ew zihniyeta ku jin tenê di mal de be xistibê mejiyê civakê û heta dema ku DAÎŞ hatin Herêma Şehbayê herî zêde jin bi êşkence û zilmê re rû bi rû man. Her tişt li ser jinan qedexe kiribûn. Lê piştî rizgarkirina herêma Şehbayê ev nêrîn bi carekê hate guhartin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Fikra Rêber Apo ji bo me bû ronahî û hêviyeke nû bi me re çêkir. Jinên Şehbayê îro di her qadê jiyanê de li kêleka mêr bi aweyeke wekhev di hemû beşên jiyanê de cih digire û xebatê dimeşîne. Ji bo wê em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin divê dewletên navneteweyî êdî çavê xwe vekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.” 

Di dawiyê de endama Rêveberiya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo nêrîna anî ziman û wiha got:

“Tecrîda ku ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin rojane girantir dibe. Rêber Apo bi riya fikira xwe û bi taybet projeya neteweya demokrstîk mafê hemû gelan û bi tsybetî mafê jinan diyar kiriye. Ji bo wê em weke gelê Şehbayê bi hemû pêkhateyên wê dibêjin baweriya me bi fikira Rêberê me heye, Rêber Apo di Şoreşa Rojava de rola herî girîng da ser milê jinan.  Li ser vê esasê em wek jin em ê dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin.  Heta em bigihêjin armanca xwe ya welatê azad û Rêberê azad têkoşîna xwe xurtir bikin.”