Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Xelkê herêma Firatê serdana malbata Canda kir

Xelkê herêma Firatê ji bo sersaxiyê serdana malbata Canda Cûdî kir ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Bi sedan kes ji şêniyên herêma Firatê sersaxî da malbata şehîd Sara Ebdî (Canda Cûdî).

Konê sersaxiyê li Taxa Şehîd Botan a Kobanê hate vedan û di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd Canda hatin daliqandin.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hecî axivî û got: "Şehîd îradeya azad, gelê azad û civaka azad ji me dixwazin. Şehîd ji bo me hezkirin û rastiya rûmetê bi pêş dixin. Dema ku mirov ji bo gelê xwe û welatê xwe tê dikoşe û azadiyê ji bo gelê xwe pêk tîne, ew tiştê rast û durist e. Em ê her tim li pey xeta şehîdên xwe bin."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.