Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan

Xelkê herêma Firatê bi rengekî girseyî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

Nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku ev yek li nava gelê Kurd û gelên herêmê cihê fikaran e.

Şêniyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê li hev civiyan. Girseya gel ji Qada Jin a Azad heta bi Dibistana Şehîd Seydo meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan û bê navber dirûşmeyên 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn.

Piştî meşê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Hîlal Elî daxuyanî da. Hîlal Elî destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin.

Di daxuyaniyê de işaret bi fikarên li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd hate kirin û hate gotin, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Çalakî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.