Li herêmên hikumeta Şamê dizî û talankerî naqede
Li Sûriyeyê, li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê de ne kiryarên dizî û talanê, her wiha zordariya li şêniyan naqedin.
Li Sûriyeyê, li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê de ne kiryarên dizî û talanê, her wiha zordariya li şêniyan naqedin.
Piştî şerê navxweyî ya Sûriyeyê, jiyana welatiyan her ku diçe dijwartir dibe. Li cihên ku rejîma Sûriyeyê lê ne her roj dizî, talan û kuştin kêm nabe. Yek ji wan deveran jî bajarokên Tileren û Tilhasil ên Helebê ne. Li gel ku çend malbatên Ereb lê hene jî bêhtir Kurd in.
Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de xelkê Til Eren û Til Hasilê xweseriya xwe ragihandin û nehiştin tevliheviya li Sûriyeyê bigihêje bajarokên wan. Di tîrmeha 2013’an de çeteyên DAÎŞ’ê her du bajarok dagir kirin, gelê wir di komkujiyê de derbas kir. Rejîma Sûriyeyê di çileya 2014'an de her du bajarok û gundên başûrê rojhilatê Helebê xistin bin kontrola xwe. Nehişt ku niştecihên her du bajarokan vegerin cih û warên xwe. Piştî ku mal û milkên gel talan kirin, hiştin niştecih vegerin warên xwe yên talankirî. Vê carê rejîma Sûriyeyê ji bo kesên ku dixwestin derkevin pere ji wan xwestin. Di van demên dawî de talan û binpêkirina mafan li her du bajarokan gihîştiye lûtkeyê. Ji şêniyên bajarokê Til Hasilê Cûma Kalo der barê dizî û talanê de ji ANF'ê re axivî.
Cûma Kalo diyar kir ku piştî çeteyên DAÎŞ’ê rejîma Sûriyeyê bajarok dagir kir û wiha got: “Bi hatina rejîma Sûriyeyê re bûyerên revandin, dizî û talankirinê zêde bûn. Xelkê bajarokên Tileren û Tilhasilê debara xwe bi çandinî û kedîkirina pez dikin. Rejîma Sûriyeyê li hemû derdora gundan bendên ewlekariyê danîne. Welatiyên ku dixwazin derkevin pere ji wan distînin.”
BÛYERÊN DIZIYÊ ZÊDE BÛNE
Cûma Kalo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bilî van pêkanînên leşkerên hikumeta Şamê, li bajarokan bûyerên diziyê jî gelekî zêde bûne. Wesayîtên xelkê her du roj an jî rojane tên dizîn. Leşkerên hikumeta Şamê bi awayekî eşkere dihatin jenerator û erebeyên xelkê talan dikirin û dibirin derveyî gund. Beriya bifiroşin ji xwediyên wan re digotin ger hûn milkên xwe dixwazin pêwîste hûn pereyan bidin. Bi darê zorê tiştên xelkê didizin. Kesên ku li hemberî wan derdikevin bi tawanbariya terorê destgîr dikin. Mehane dikevin dikanên xelkê, bi darê zorê pereyan ji wan distînin."
CIWAN JI NEÇARÎ WARÊN XWE TERK DIKIN
Cûma Kalo bilêv kir ku ciwan di nav gund di nemane û wiha domad: “Ji ber ku rejîma Sûriyeyê rojane ciwanên herêmê digirtin hemû ciwanên herêmê koçberî deverên din bûn. Her çend rojan bi hinceta ku serjimêriya gund dijmêrin tên li ser ciwanan lêkolîn dikin ta ku ji xwediyên wan pereyan bistînin."
Cûma Kalo di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir ku li ser zilma hikumeta Şamê bisekinin û hesabê jê bixwazin û wiha axivî: "Bi nêrîna min heya ku sîstema hikumeta Sûriyeyê bi vî rengî be wê aştî û ewlekarî li Sûriyeyê nayê xuliqandin. Pêwîst e Sûriye ji binî ve bê guhertin û mafên hemû gelan bê qebûlkirin.”
ÇEND DIZIYÊN DI VAN DEMÊN DAWÎ DE PÊK HATINE
Dizî û talana li her du bajarokan bi berbangê sibê destpê dike. Kesên rûpoş êrîşî pez dikin ku li zeviyên çandiniyê li rojavayê bajarokê Tilhasil ê li ser rêya çandiniyê di navbera Tilhasil û Tilşa’ibê digeriyan. Beriya êrîşî komyoneke Intercoll li ber pez sekinî û kesên rûpoş ên çekdar jê daketin. Talanker şivanê pes Bekfî El Selcî yê Ereb e û ji bajarê Tilhasilê girê dan û bi qasî 50 berxan li kamyonê siwar dikin û ji wir direvin.
Her wiha wesayîta Hyundai ya du nişteciyên bajarokê Tilerenê Cuneyd Wiso û Mehmûd Îbn Hemmadî Yûsif Terbuş tê de bûn rastî êrîşê hatin. Hat zanîn ku her du kes ji bo mastê xwe li Helebê bifiroşin bi rê ketibûn. Li ser rê wesayîtek pêşiya wan birî û bi zora çekan wesayîta wan xesp kirin û ji wir reviyan.