Li Kobanê 20’emîn salvegera damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin
Li Herêma Firatê 20’emîn damezrandina PYD’ê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li Herêma Firatê 20’emîn damezrandina PYD’ê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 20 Îlona 2003’yan de hate damezrandin. 20 sal li ser damezrandina PYD’ê re derbas bûn. Duh li herêma Firatê, li Eywana Firat çalakiyek pîrozbahiyê bi vê wesîleyê hate lidarxistin. Di şahiyê de hemû neteweyên li herêmê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan amade bûn û bi cil û bergên Kurdî ev roj pîroz kirin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce axivî û ev roj li tevhî pakrewanên ku di vê xetê de şehîd bûne pîroz kir. Xoce anî ziman ku, PYD’ê di rewşek guhertin û veguhertinê de hatiye damezrandin û wiha axivî, “Bi taybetî ew projeya ku di Rojhilata Navîn de dihat amadekirin yê bi navê Rojhilata Navîn a nû, ji bo wê jî partiya me li ser bingehekî stratejîk a demokratîk xwe damezrand."
Xoce, destnîşan kir ku PYD’ê li ser esasê azadiya jin û demokrasiyê hatiye avakirin û wiha domand, “Hegemoniya desthilatdar a kapîtalizmê krîzek dabû avakirin û li ser vî esasî tevahî planên qirêj dihatin meşandin. Li dijî gelê Kurd ku hevintirîn neteweya li Rojhilata Navîne, êrîşeke taybet pêk hat. Rejîma netewperest bi awayekî hovane êrîşê partiya me kir. Armanc tasfiyekirina rêxistinê bû. Bi dehan endamên pêşeng ên vê partiyê hatin destgîrkirin, girtin û şehîd kirin. Şehîdkirina Şîlan Kobanê û hevrêyên pê re jî mînaka vê ye. Li dijî êrîşan gelê me roleke herî mezin di dîrokê û Rojhilata Navîn de lîstiye. Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn, gelê Kurd e. Em ê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin.”
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî, jî bal kişand ser destkeftiyên ku partiya bidest xistî û got, "Di şerê Kobanê de bi ruhê Apoyî li hemberî dijminê hov em bi ser ketin. Sedema vê serkeftinê ruhê seferberiyê ya ku Rêber Apo dabû destpêkirine. Em hîna jî di wê germahiyê, ruhê û kelecanê de dijîn. Divê em li dijî xiyanetê xwedî helwesteke xurt bin. Me serkeftin bi ruhê xeta sêyem a Rêber Apo û şehîdan misoger kiriye.”
Di şahiyê de malbatên Şehîd Şîlan û Ciwan hatin xelatkirin. Piştre jî şahî bi bernameyên hunerî yên ji aliyê Çand û Hunera Baqî Xido ve hatibûn amadekirin, hatin pêşkêşkirin.