'Bi hevgirtina gelan wê planên dagirkeriyê têk biçin'

Mihemed Şahîn têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistan û herêmê got, “Em ê heta dawiyê li hemberî van êrîşan xwedî helwest tund bin. Bi hevgirtina gelan wê planên dagirkeriyê têk biçin.”

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdistanê û herêmên bakur-rojhilatê Sûriyeyê didome. Dewleta Tirk a dagirker ku hemû rêbazên dervî exlaqê pêk tîne, di demên dawî de êrîşên xwe yên li dijî milîtanên pêşeng ên şoreşê, bi balafirên bêmirov zêde kir. Têkildarî vê mijarê Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ANF’ê re axivî.

‘ARMANC BERFIREHKIRINA SÎNORÊN DAGIRKERIYÊ YE’

Şahîn, diyar kir ku di demên dawiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dijwartir bûye û got, “Bi balafirên bêmirov êrîşê bejahî û seranserî herêmê dike, êrîşeke tunekirinê pêk tîne. Her kes dizane ku planê dewleta Tirk di hundirê Sûriyeyê de ew e ku sîstemekî li gorî xwe û li gorî îdeolojiya AKP’ê bide avakirine. Bi rêya çeteyên wek Artêşa Azad, El Nûsra û DAÎŞ’ê xwest herêmên bakurê Sûriyeyê dagir bike. Dema ku êrîş hatin têk birin, vê carê dewleta Tirk raste rast bi xwe êrîş kir, Ezaz, Idlîb, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Dewleta Tirk di siyaseta xwe ya înkar û îmhayê de israr dike. Ji destpêka krîza Sûriyeyê heta roja îro bi hemû rêbazan êrîş pêk anî û xwest bi destê çeteyan sistema Osmanî ji nû ve ava bike. Dixwaze desthilatdariya Osmanî di hundirê Rojhilata Navîn de ava bike, di warê strateji de jî Sûriye mifteya wê projê ye.”

‘BI RUHÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK WÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ TÊK BIÇIN’

Şahîn, destnîşan kir ku pergala îro li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê hatî avakirin ji bo tevahî mirovahî bûye çavkaniya jiyanek bi mînak û wiha dewam kir, “AKP’ê Projeya Netewa Demokratîk ji bo desthilatdariya xwe weke metirsiyeke mezin dibîne. Projeya netewa Demokratîk ji tevahî gelan re bûye hêviya serkeftinê. AKP’ê di bin navê Îslama radîkal de hewl dide îdeolojiya xwe li herêmê berfireh bike û herêmên din dagir bike. Sedema êrîşên dijwar ên di dema dawiyê de jî ev in.”

Şahîn, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi şerê teknîkî her wiha şerê derûnî û şerê taybet dide meşandin û got, “Yek ji wan mînakan fitneya ku li Dêrazorê hate belav kirin, bi armanca dagirkeriyê bû. Dixwaze bi rêya şaneyên razayî, tevlîheviyekê di nava herêmê de pêk bîne û dixwaze aramiya wê herêmê têk bibe. Lê bi saya hêza me ew planên wan yê mezin û berfereh têk çûn. Wê dewleta TIrk êrîşên xwe yê li ser sîstema me berdewam bike, lê em ê heta dawiyê jî li hemberî van êrîşan xwedî bertek û helwestên tund bin. Em ê her li hemberî wan bisekinin û em ê sîstema xwe a demokratîk bighînin serkeftinê. Em ê bi ruhê hevgirtina tevahî netewan planên dagirkeriyê têk bibin. Ew ê bi ruhê netewa Demokratîk êrîşên dagirkeriyê têk biçin."