Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşa balafirê bêmirov de şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Eyman Çolê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Hevrêyê me Eymen Çolê dema li ser erka xwe ya parastina gel û axa xwe bû, duh (17’ê Îlonê) rastî êrîşa balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker hat û şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û paşnav: Eyman Çolê
Navê Bav: Ehmed
Navê Dayikê: Sûad
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo, 05.04.2013
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 17.09.2023